'Dê rezerva hatiye dîtin pirsgirkê hel neke' 2020-08-23 09:04:10   STENBOL – Serokê Koma Xebatê ya Enerjiyê ya ÎMMO'yê Ogûz Turkyilmaz, ji bo gaza xwezayî ya ku tê gotin li Behra Reş hatiye dîtin, anî ziman ku ne mimkun e ku di 2023'yan de bê bikaranîn. Analîstê Enerjiyê Ozgur Gurbuz jî anî ziman ku rezerva hatiye dîtin ancax têra 6 salan bike.    Serokê Giştî yê AKP'ê û serokomar Recep Tayyip Erdogan, daxuyandibû ku li Behra Reş 320 milyar metrekup gaza xwezayî hatiye dîtin. Pisporan diyar kir ku tabloya hatiye xêzkirin ne rast e.    TURKYILMAZ: NE MIMKUN E KU BIGIHÊ 2023'YAN    Serokê Koma Xebatê ya Enerjiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyan a Stenbolê (ÎMMO) Ogûz Turkyilmaz got: "Tiştên tên gotin ancax piştî xebateke dûr û dirêj a endezyariyî kifş bibe. Heya tiştek neyê kirin, dê hejmarên hatine diyarkirin tenê texmînî bin."    Turkyilmaz, ji bo daxuyaniya ku hatibû gotin dê gaza hatiye dîtin di sala 2023'yan de bê bikaranîn anî ziman ku ev ne texmîneke xweşbînyî ye û e mihtemel e. Turkyolmaz got: "Em behsa qadeke kûrahiya avê pir û kûrahiya sondajê pir dikin." Turkyilmaz, diyar kir ku lewma di sala 2023'yan de bi kar anîna wê hinekî zehmet e û got: "Li gor fikra min ji bo projeyeke bi vî rengî pêdivî bi 5-8 salan heye."   Turkyilmaz, diyar ku gava hejmarên hatiye aşkerkirin giş rast bin jî, bi temamî derxistina wê ne mimkun e û got: "Em bibêjin me ji sedî 75, tanî ji 4 paran 3 perê 320 milyar metrekupî derxist. Ev jî dike 240 milyar metrekup. Ev jî bi derbekê nayê derxistin Divê tu ji bo vê wextekê diyar bikî. Em bibêjin te 20 sal diyar kir. Em 240 dabeşî 20'î bikin. Ev jî salê dike 10 milyar metrekup. Ev jî îro teqabulî pêdiviya ji çar paran parekê dike. Ma ê pêdiviya îroyîn zêde nebe? Tabloyeke bi vî rengî heye. Yanî derbaskirina serdemekê filan ne mimkun e. Lê heger li herêmê rezervine mezintirîn bên dîtin, dibe ku tablo biguhere. Wê çaxê jî em ê li gor wê binirxînin."    GURBUZ: REZERVA HATIYE DÎTIN ANCAX TÊRA 6 SALAN BIKE    Rojnamevan û Analşstê Enerjiyê Ozgur Gurbuz jî diyar kir ku Tirkiye salê 50 milyon meterkup gaza xwezayî bi kar tîne û got, 320 milyar metrekup ancax têra 6 salan bike. Gurbuz, bilêv kir ku her ku nifûs zêde bibe wê gaza tê bikaranîn jî zêde bibe.    Gurbuz, destnîşan kir ku gaza hatiye dîtin, demildest bikaranîna wê ne pêkan e û got: "Hadê em bibêjin we gaza xwe ji bo şeş salan garantî kir. Êê, îja dû re? Wê Tirkiye dîsa gazê bikirre. Dê cardin vegere serî." Gurbuz, anî ziman ku meseleya din ê jî ew eku Tirkiye pêgirtiyê petrolê ye û got, Tirkiye di gaza xwezayî de ji sedî 99 û di petrolê de jî ji sedî 92-94 pêgirtiyê derve ye.    ‘BI PETROL Û GAZÊ MESELE HEL NABE'    Gurbuz, destnîşan kir ku bi dîtina gaz û petrolê pirsgirêka enerjiyê hel nabe û got, ji ber krîza avhewayê dê 10-20 salên din gelek welat xwe ji komir, gaza xwezayî û petrolê dûr bixin. Gurbuz got: "Dê pêşeroj li ser gaza xwezayî û petrolê neyê avakirin. Dibe ku xwe bi xwe biakranîna agza xwezayî li xweşa hinan biçe, lê dê pirsgirêkan heş neke. Qethiyen dê nikaribe krîza avhewayê hel bike. Divê em vê yekê ji bîr nekin."    Gurbuz, destnîşan kir ku divê mirov ji binî ve xwe ji gaza xwezayî û petrolê xelas bikin û berê xwe bidin enerjiya tavê ya ne di bin destê tu kesî de.    MA/ Îdrîs Sayılgan