Davutoglu yê duh: Dê Torosên spî bigerin Davutoglu yê îro: Kurd ne aram bin em jî ne aram in 2020-08-22 15:24:41   WAN - Serokê Partiya Gelecek li Wanê tev li mîtîngê bû. Davutoglu, yê dema Serokwezîrê AKP'î bû, li Wanê got "Eger hûn AK Partiyê ji îqtîdarê daxin dê torosên spî li vir bigerin". Davutoglu piştî ji AKP'ê îstîfa kir û bû Serokê Partiya Gelecek hat Wanê û tev li mîtingê bû. Davutoglu, vê carê got: "Eger Kurd xwe wekhev, azad û aram hîs nekin, li Tirkiyeyê tu kes ji me ne aram in."    Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, piştî ji AKP'ê îstîfa kir û Partiya Gelecek ava kir, li bajarên herêmê digere. Davutoglu, wekî berê gef li gelê Kurd nexwaribin gotinên xerab ji bo gelê Kurd negotibîn tev digere. Davutoglu, yê dema Serokwezîrê AKP'î bû, li Wanê got "Eger hûn AK Partiyê ji îqtîdarê daxin dê torosên spî li vir bigerin". Davutoglu piştî ji AKP'ê îstîfa kir û bû Serokê Partiya Gelecek hat Wanê û tev li Kongreya Bajar a Gelecek Partî bû. Davutoglu, vê carê got: "Eger Kurd xwe wekhev, azad û aram hîs nekin, li Tirkiyeyê tu kes ji me ne aram in."    Davutoglu li ser qeyûman jî rawestiya û got: "Îqtîdar û şirikên wê dema nikare dengê we bistîne, vê carê qeyûm dişîne û vîna we xesp dike. Em wekî partiya Gelecek bawer dikin ku şaredar tenê dikarin bi biryara dadgehê ji peyvierê bêne girtin. Dema dadgebê şaredar ji peyvirê girt jî di vê ji meclîsa şaredariyê yek li şûna wî bê hilbijartin û ev şert e."     Davutoglu, bal kişand ser pirsgirêka Kurd û wiha lê zêde kir: "Pirsgirêk ji ber mafê Kurdan ê demokratîk pêş dikeve. Pirsgirêka Kurd di esasê xwe de ji ber ji mafê xwe yê demokratîk bêpar in pêk tê. Çareserî divê cudakariya nasnameyan ji holê bê rakirin. Çareserî divê Destûra Bingehîn a li gorî mafê mirovan, azadî û rûmeta însanan bê avakirin. Çareserî divê her mirovê vî welatî wekhev û xwerî rûmet e. Ku Kurd aram nebin tu kes aram nabe."