Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin 2020-08-22 14:56:08   ENQERE / STENBOL – Parêzvanên mafê mirovan li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş vê hefteyê jî bang kirin û xwestin girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Zana Mazak werin berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 439’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ser medya civakî li dar xist. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar a li Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê. Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn daxuyanî xwend.    JI MAFÊ TENDURISTIYÊ SÛD WERNAGIRIN   Bekîn anî ziman ku şewba vîrûsa koronayê her ku diçe xetereyê ji bo girtiyan jî zêde dike, pêketî li girtîgehan zêde bûne û ji şewbê girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê werbigirin. Bekîn destnîşan kir ku girtiyên nexweş ranakin nexweşxaneyan û nebardana girtiyan wan terkî mirinê dike.    ‘NAYÊ DERMANKIRIN’    Bekîn bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Tenzîle Acar û diyar kir ku ew ji 2017’an ve girtî ye û nexweşîna Hepatît B pê re heye. Bekîn got ji bo tedawîkirina Acar tu tiştên pêwîst nehatiye kirin. Bekîn da zanîn ku tedawîkirina dereng girtiyan dişîne mirinê û li Acar û gelek girtiyên din dermankirina bi kelemçekirî têferzkirin. Bekîn xwest ku Tenzîle Acar demildest were berdan.    ENQERE   Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 311’emîn de ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û banga berdana girtiyên nexweş kirin. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zana Mazak ê li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin. Civîn li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hat lidarxisitn û rêvebera ÎHD’ê Sevîl Tûrgût axivî û diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehan gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û ew terkî mirinê tên kirin. Tûrgût bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Zana Mazak ê 26 sal in girtî ye û tevî ku nexweşîna dil pê re heye jî nayêberdan. Tûrgût bang li rayedaran kir ku demildest li rewşa Zana Mazak were pirsîn û ew ji bo tedawiyek baştirîn û hêsantir were berdan.