Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn 2020-08-22 11:31:33   AMED - Navenda Mafê  Zarokan a Baroya  Amedê, ragihand ku ji bo lêpirsîna  zarokê 3 salî Mîraç Çîçek ê 23 rojin windaye, biryara “sînordarkirinê” hat dayîn.    Zarokê 3 salî Mîraç Çîçek ê li navçeya Pîran a Amed roja 31’ê Tîrmehê winda bû, ev 23 rojin bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Navenda Mafê  Zarokan a Baroya Amedê, derbarê bûyerê de çû serdana malbata Çîçek û hevdîtin bi Serdozgeriya Komarê ya Pîranê re kir. Navenda Mafê Zarokan, ragihand ku dozger ji bo lêpirsîna zarokê winda Çîçek, biryara “sînordarkirinê” daye.     Navenda Mafê Zarokan a Baroyê, derbarê hevdîtinên pêk anîn de, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev agahî parve kir:   “Navenda me, derbarê dosyeya lêpirsînê ya têkildarî zarokê 3 salî Mîraç Çîçek ê li navçeya Pîranê ya Amedê winda bû hat vekirin de, hem bi malbatê û hem jî bi Serdozgeriya Komarê ya Pîranê re hevdîtin kir. Di hevdîtina bi dozger re, hat diyar kirin ku ji bo lêpirsînê biryara sînordarkirinê hatiye dayîn, lê xebatên lêgerînê hîna jî dewam dikin. Malbatê jî, diyar kir ku xebatên lêgerînê dewam dikin, lê ew guman dikin ku kurê wan hatiye revandin û xwestin zarokê wan di demek nêz de bê dîtin.”