ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN 2020-08-22 09:00:11   * Albûma bi navê "Xeyal" a hunermend Firat Med gihaşt ber destê muzîkhezan. Med, ji bo stranên di "Xeyal"ê de anî ziman ku her stranekê xwedî çîrokek e û got: “Stranên min nasnameya min in.”   * Li Colemêrgê bi belavbûna pandemiyê re aborî ji binî ve nema. Serokê Odeya Esnafan a Colemêrgê Îsmaîl Akboga, anî ziman ku esnaf ji bo heqê fatûreyên xwe yên ceryanê û ji bo kirêya xwe bidin jî krediyê dikişînin.    * Siyasetmedar-akademîsyen Nesrîn Nas, anî ziman ku îqtidar gotinên Namzetê Serokatiya DYA'yê Bîden ku 8 meh berê gotibûn niha tîne rojevê û bi vî awayî dixwaze di ser van gotinan re çîrokeke lehengiyê biafirîne. Nas got: "Ev nîşaneyan bêçaretiyê ye."    * Li Rihayê cotkarên dest bi berhevkirina fisteqan kirin, ji bazirganên ku kîloya fisteqan bi 16 lîreyan dikirin û diçin bi 80 lîreyî difiroşin bi gilî gazind in. Cotkarên ku ji ber deynên xwe fisteqên xw ebi erzanî difiroşin, dixwazin dewlet fiyetekî diyar bike.    * Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ew ê di serdema nû de li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan, giraniya xwe bêtir bidin ser xebatên rêxistinbûyînê û got: "Em ê bertekên li dijî hedefgirtina Peymana Stenbolê, bêtir birêxistin bikin."    * Pirtûka ewil a helbestvan Xembar Farqîn bi navê “Şevbar” der çû. Helbestvan Xembar dibêje ku helbestên wî li ser evîna zimanê kurdî û welatê xwe nivîsandiye.    * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de dê serdana navçeya Kopê ya Mûşê bike û beşdarî civîna gel bibe. (10.00-14.00)   * KCD, HDK, DBP û HDP bi dirûşmeya “Em hemû bi hev re li dijî şer aştî û li dijî tecrîdê azadî” li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê civîna gel li dar bixin. (19.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 804’emîn de ji ber vîrûsa koronayê li ser medya civakî çalakiya xwe heftane li dar bixin. (12.00)    * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji bo aqûbeta windayan dê di hefteya 602’yemîn de pêk bîne. Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî wê bi heman armancê li ber Sumerbanka Kevn çalakî li dar bixe. (12.00-13.00)    * Li Stenbol û Enqereyê parêzvanên mafê mirovan dê ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar bixin û daxwaz bikin ku girtiyên nexweş werin berdan. (12.00-13.30)   * Sazî û rêxistinên mafê mirovan dê ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne li Stenbolê û Enqereyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00-15.00)