Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-08-21 12:22:51   STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên li cem Ocalan ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Grava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatên girtiyên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li gel Ocalan tên ragirtin jî ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatan herî dawî bi rêya telefonê di 27’ê Nîsanê de hevdîtin pêk anîn.