2 salin OHAL rabûye, lê qedexeya li pêş Bîrdariya Jiyanê didome 2020-08-21 09:20:47   AMED - Bîrdariya Mafên Jiyanê ya piştî kuştina 9 jê zarok 10 kesan hat avakirin û her hefte xizmên windayan li ber çalakî li dar dixistin, li gel 2 salin OHAL rabûye jî dê dîsa qedexeya çalakiyên xizmên windayan didome.  Xizmên windayan piştî OHAL'ê 100 hefteyî di bin qedexeyan de çalakiyê li dar dixin û bîrdarî 100 hefte ye li benda çalakiyên xizmên windayan e.    Di 12'ê Îlona 2006'an de li Parka Koşuyolu ya Amedê bombe teqîyabû. Di teqînê de 9 jê zarok 10 kesan ji yana xwe ji dest dabûn. Piştî wê di 2007'an de ji bobîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane Bîrdariya Mafê Jiyanê ava kirin. Ji wê rojê heta OHAL hat îlankirin xizmên windayan her hefte li pêş bîrdariyê çalakî li dar dixistin. Çalakiya ÎHD’ê û xizmên windayan a Amedê di hefteya 499’emîn de li ser daxwaza Walîtiyê bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” hatibû qedexekirin. Di çarçoveya îlankirina OHAL’ê de 2 sal çalakiya li Amedê li derve hatibû qedexekirin û li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dihat lidarxistin. Piştî OHAL rabû jî dîsa qedexeya çalakiyan berdewam kir. Qedexe bi fermî rabû, lê 100 hefte ye carek din nîşan dide ku qedexeya OHAL’ê dom dike. Xizmên windayan herî dawî li Amedê di hefteya 500’emîn xwest çalakiya xwe berdewam bike. Malatan û ÎHD'ê xwest di hefteya 500'emîn de calakiyê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyolu pêk bînin. Beriya çalakiyê polîsan bi bariyeran der dora park û peyker girtin. Li Amedê Bîrdariya li Amedê, li Enqereyê jî Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê ya Enqereyê nîşan dide ku OHAL didome. ÎHD'ê hefteya borî di hefteya 600'î de ji ber qedexeyê dîsa çalakî li ser medya înternetê li dar xist. Lê her çend vîrûsa corona di mehên dawî de destûr nede jî qedexeya li ser Bîrdariya Mafên Mirovan a Amedê didome. Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu, piştî di 20'e Tîrmeha 2016'an heta niha 4 salin ji çalakiyên Xizmên windayan bêpar e. Ji ber qedexe didome, malbat û xizmên windayan dê sibê di hefteya 601'an de dîsa nikaribin li ber bîrdariyê çalakiya xwe pêk bînin.    Di teqînê de; Faîde Demîr (33), zarokên wê Zîlan (8), Şîlan (6 mehî), Mizgîn (12), Evîn (10) hatibûn kuştin, lawê malbatê Bariş jî bi birîndarî filîtîbû. Rojhilat Aslan (28), Hasan Marangoz (16),Nazar Çetînkaya, Nazli Çetînkaya, Abdullah Çetînkaya,