Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye 2020-08-21 09:00:39 MÊRDÎN - Hevşaredarê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, helwesta îqtidarê ya di polîtîkaya navxweyî û derveyî de wekî "telaş û bêçaretiyê" nirxand û vê serdemê şiband "arefeya welidandina bisancû" û got: "Ji bo ji vê welidandina bisancû demokrasî derkeve, firsendeke dîrokî heye."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina 31 Adarê de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji van şaredariyan 6 jê bi hinceta namzetên wan bi KHK'ê hatine îxrackirin mazbata ya wan nehatibû dayîn û di nav salekê de jî qeyûm tayinî 47 şaredariyan hatibû kirin. Ji şaredariyên bajaran tenê Şaredariya Qersê di dest HDP'ê de maye.    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku di çarçoveya protestoyên tayinkirina qeyûman de hat Mêrdînê, pirsên me yên der barê tayinkirina qeyûman û rêveberiya xwecihî ya Şaredariya Qersê de bersivanin.    Bîlgen, ji bo pêkanînên qeyûman ên sala dawî got: "Meseleya me ne ew e ku şaredarî ji aliyê kê ve tên birêvebirin. Mesele, li ser kîjan esasê, li gor kîjan zemînê hatine tayinkirin. Kesên Tirkyeyê bi rê ve dibin di serdemeke çawa de, siyaseteke bi vî rengî hildibijêrin. Pir aşkere ye niha; bi pandemiyê re careke din teşhîr bû ku em bi krîzeke pergala kûrewî re rû bi rû ne." Bîlgen, destnîşan kir ku mesele ne meseleya parvekirina hêz û erkê ya di navbera organên îdarî de ye û got: "Çawa ku osmanî di sedsala dawî de bi krîzê, bi têkiliyên xwe yên navneteweyî, bi rûxandina aboriyî û bi aboriya şer ket serdemeke din û di vê serdemê de her tişt li navendê bi cih kir û bû sedema felaketekê, a rast tercîha niha jî li ser asasê heman mantiqê ye."    EV TELAŞ Û BÊÇARETÎ, ENCAMA NEBIRÊVEBIRINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YE'   Bîlgen ji bo pirsa "gelo ji ber çi îqtidar mecbûr bû vê yekê tercîh bike?" got: "Li Rojhilata Navîn atmosfereke guherîna rejîmê pêk hat. Li Ewropayê, li kuçe û kolanan çalakî û xwepêşandan pêk hatin ku êdî demokrasiya temsîlî nikare pirsgirêkan hel bike. Ji bo vê Fransa û Îngîltere mînakine baş in. Li Amerîkayê jî heman xwepêşandan pêk hatin. Di vê çarçoveyê de Tirkiye ji dêvla ku pêşiya kesên hatine hilbijartin veke û ji dêvla ku heger şaşoyên wan hebin bila gel ehsa ji wan bipirse, demildest dest datîne ser wan. Ev telaşek e, ev bêçaretiyek e. Her wiha ev encama nebirêvebirina pêvajoya çareseriyê ye. Hîn jî em bi van encaman re rû bi rû dimînin. Her diçe ev fatûre girantir dibe. Poltîkaya Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de jî encama nebirêvebirina pêvajoya çareseriyê ye. Polîtîkaya qeyûman jî. Yanî hem polîtîkaya derve hem jî ya navxweyî encama vê yekê ye. Jixwe serokomar bi devê xwe got. Got, 'Madem hûn rewşa aborî rexne dikin, nexwe çima we tezkereyên ku berpêşî Meclîsê hatin kirin erê kir? Madem dê ev şer bûbûna, madem me yê esker bişanda, nexwe diviyabû encamine vê yê aborî jî hebûna." A rast muxalefet jî şirîkê vê polîtîkayê ye û ev yek tesîrê li polîtîkaya aboriyê dike. Polîtîkaya qeyûman jî yek ji van polîtîkayan e."    'YA KU HDP DIBÊJE DEMOKRASIYA XWECIHÎ YE'   Bîlgen, bal kişand ser helwesta HDP'ê ya di vê pêvajoyêde jî û got, tişta HDP der barê krîzên kapîtalîst de dibêje, demokrasiya xwecihî û siyaseta xwecihî ye.    Bîlgen got: "Helbet HDP, xwedî îdiayekê, xwedî terheke siyasetê ya nû ye. Roja ji ber valahiyeke siyaseta li Tirkiyeyê hat avakirin, lêgerîneke nû tarîf kir û her çû pêş ve ket. Yanî wekî partiyên pergalê yên klasîk, bi demokrasiyeke temsîlî nêzî pirsgirêkên li welêt nebû, dît ku pêdivî bi demokrasiyeke radîqal heye. Her wiha dît ku siyaseta heyî nikare pirgsirêka kurd çareser bike û ji bo vê pêdivî bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û daxwaza ji bo aştiyê dît."    Bîlgen destnîşan kir ku ya ku HDP dike, li dijî rejîmên kapîtalîst demokrasya xwecihî û siyaseta xwecihî ye û got: "Demokrasî, heger li herêmê demokrasî hebe heye. Heger demokrasiya xwecihî tunebe, hiqûq jî tuneye. Jixwe me encamên vê di 7'ê Hezîranê de bi awayekî pir zelal dîtin. Li Tirkiyeyê aştî bi kêrî kê tê, demokrasiya li ber çavan ji bo kîjan gotina siyasî dibe zemîn, derfetan dide ber kê? Lewma Tirkiye careke din ji ber vê vegeriya otorîterbûyînê. Ji bo vê vegeriya polîtîkaya qeyûman, polîtîkaya eşrî."    Ayhan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Helbet sedema neserketina di qada rêveberiyên herêmî de zext û zoriyên li ser HDP'ê ne. Lê belê siyaset tenê bi hincetên derveyî nayê kirin. Siyaset çi dibe bila bibe, dîroka wê ya têkoşînê ev e. Tenê ne têkoşîna demokratîk, têkoşîna mirovahiyê, têkoşîna azadiyê, têkoşîna demokrasî û mafan jî ev e. Helbet dê neyarên we, rikeberên we çêbibin. Helbet wê kesên tiştên hûn diparêzin tehemûl nekin hebin û wê astengiyan derxin pêşiya we. Lê ligel van astengiyan jî divê hûn a xwe pêk bînin. Heger hûn di teza xwe de samîmî û bibriyar bin û hûn jê bawer bikin, çi dibe bila bibe divê hûn wê pêk bînin. Ev jî vê dide der; Heger HDP, heya niha di warê siyasîbûna civakê de pir bi ser neketibe, nexwe divê li rê û rêbazine din bigere. Divê hûn divêtiya rizgariya teza xwe bikin. Di vir de bar dikeve ser milê me hemûya. Ev tenê ne barê organên partiyê ne. Divê nexşerê di nava fel de pêş bikeve."    'QERS TÊRA XWE DIKE'   Bîlgen, der barê Şaredariya Qersê de jî destnîşan kir ku ew ê hewl bidin ku şaredarîvaniyeke alternatîf derxînin holê. Bîlgen got: "Em cardin heman tiştan keşif dikin û heman tiştan dubare dikin. Ji lewra gava siyaset bixitime û tu bi darî hev nekevî, tu rîskan nedî ber çavan û bi wêrekî tev negerî û hemleyan nekî, dê jiyan xwe dubare bike. Nelirêtî prisgirêka herî mezina mirovahiyê û demokrasiya Tirkiyeyê û hemû rejîma ye. Heger şefafî tunebe, heger kontrolkirin tunebe û hege rhesabdayîn tunebee, çi dibe bika bibe em ê hemû bi vê gefê re rû bi rû bimînin. Belê, li Qersê şaredarekî MHP'î hebû. Di sala dawî de rêveberî teslîmî çeteyan kiribû û çavkaniyên ku nikarin hesabên wan bidin dabûn hin kesan.    Li vê derê mantiqa 'Çawa be ez ê hesab nedim. Çawa be di warê siyasî d eberpirsiyariyeke min tuneye. Ez çawa xerc bikim, ez ê bikim, ez çawa bistînim ez ê wisa bistînim' hebû. Halbûkî em hemû mecbûr in li gor hiqûqê tev bigerin. Parastina berjewendiyên civakê peywira walî ye jî û peywira kesên hatine hilbijartin, peywira serokomar, peywira welatiyan e jî.    Ne mimkun e ku walîyek bi qanûna îhaleyan, bi mewzûata rêveberiyên herêmê nizanibe. Heger li vê derê hin tişt bi zanebûnî hatibin krin, nexwe hiqûq ji mekanîzmaya ku berjewendiyên civakê diparêze dûr ketiye."    Bîlgen, destnîşan kir ku mesele tenê ne meseleya şexsekî ye, ne meseleya walî an jî qeyûm e û got: "Ev li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkeke pergalê. Mirov xwe dispêrin polîtîkayên ewlehiyê û bi vî awayî Tirkiyeyê xistine vî halî. Divê hevrûbûyînek çêbibe. Mardîn ji bo vê mînakeke. Di warê vekolandin û hevrûbûnê de mînakeke nadir e, lê mihtemelen niha gelek tiştên ku haya me jê tuneye û teşhîr nebûne jî hene."    Bîlgen ji bo tayinkirina qeyûman û îhtimala ku qeyûm tayinî Şaredariya Qersê bibe jî got: "Mixabin em nikarin bibêjin îhtimaleke wiha tuneye. Mixabin li Tirkiyeyê em nizanin wê sibê çi bê serê me. Sibê kî dê ji ber çi bê darizandin, dê ji ber çi ji peywirê bê girtin, dê kî biçe kû derê? Mixabin di vî warî de rûtînek tuneye. Li vê derê her tişt suprîz in. Li vî welatî dibe ku her kes ji nişkave leqayî tiştina bê. Helbet divê em ne li benda van suprîzan bin û wextê xwe wiha derbas nekin. Axirê xwdiyê rasteqîn vê hêzên gel e. Heya niha me nikaribûye konteynereke çopê jî bikire. Ev astengiyeke mezin e. Heger çavkanî ji şaredariyên dinr e bên şandin û ji me re neyên şandin, ev cihêkraiyeke mezin e. Lê dîsa jî em nîqaşa vê nakin. Çima tu ji me re naşînî? Çima tu andî me? Qers têra xwe heye. Em ê bi hev re hewl bidin ku şaredarîvaniyeke alternatîf û model biafirînin."    'JI BO DEMKRASIYÊ FIRSENDEK HEYE'   Herî dawî Bîlgen ji bo rewşa siyaseta li Tirkiyeyê û tiştên diqewimin got: "Mirovahî, dîroka cîhanê, pergala fînansê ya kûrewî di serdemeke pir krîtîk re derbas dibe. Ji bo ji vê welidîna bisancû di leha gelan de demokrasiyeke rasterast dekreve û ji bo rejîmên otorîter û faşîst xurt nebin, em mecbûr in li Tirkieyê ji bo vê tev bigerin. Lewma niha li ber me firsendeke dîrkî heye. Gelo wê ev kevirên belavbûyî bi tena serê xwe karibin wêneyek nû biafirînin? Na. Pir aşkere ye ku avalhîyeke mezin heye. HDP, divê careke din li referansa xwe ya damezrandinê û rêgezên xwe yên damezarandinê binêre. Yanî di siyaseta Tirkiyeyê de pêdivî bi çi heye? Pêdivî bi tifaqeke çwa heye? Dê siyaset çawa bibe malê civakê? Em di vî warî de çi qasî bi ser ketin an jî kêmasiyên em çi ne? Divê hevrûbûneke wisa çêbibe û rîsk bê girtin."    MA / Ahmet Kanbal