Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan 2020-08-20 16:27:12   STENBOL – Jinên li Stenbolê di şermezarkirina çawişê pispor Mûsa Orhan ê li Êlihê destdirêjî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Başak Yeşîlot, Gamze Taşçi, Bêrîvan Kûrt û Bûrcûgul Çûbûk ên endamên Rizgariya Jinan e piştî li Meydana Taksîmê, beşdarî şermezarkirina çawişê pispor Mûsa Orhan ê li Êlihê destdirêjî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê bûbûn û piştî daxuyaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan. Her çar jin piştî îfade dan emniyetê hatin berdan.