Leşkerên şivan derp kirin, gefa cezayê pere li wan xwarin 2020-08-20 12:01:29 WAN – Li gundê Şêxsoca ya girêdayî navçeya Ebexê, Hayrettîn Yucel û zarokê 15 salî yên mihên xwe diçêrandin, ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. Şivanan nekarîn rapora derbê bigirin û leşkeran gefa “ ger hûn biçin gilî bikin, em ê cezayê pere li we bibirîn” li wan xwarin. Li gundê Şêxsoca ya girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê, Hayrettîn Yucel û zarokê 15 salî yên mihên xwe diçêrandin, saet 14.00’yê sêşemba 18’ê Tabaxê ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. Şivanan li nêzî gund mihên xwe diçêrandin. Leşker bi maşiyên xwe hatin gel wan, dest pê kê gef li wan xwarin û dijûn ji wan re gotin û dure jî ew derp kirin.    RAPOR NEDAN    Bibrayê Hayrettîn Yucel ê bi qontaxa çekê hat derpkirin Ferdî Yucel, diyar kir ku eskeran birayê wî û zarokê 15 salî yê li gundê wan dijî derb kirin. Yucel, da zanîn ku esker piştî lêdana dikin, li paşa xwe mêze nakin û ji cihê bûyerê diçin û got: “Bi qontaxa çekê li birayê dixin. Birayê min din ava xwînê dimîne. Me bi dehan çar li ambûlansê geriya, lê ambûlans nehat gundê me. Dûre wesayetîk leşkerî hat û birayê min bir nexweşxanê. Ligel ku birayê min hatibû derpkirin jî, li nexweşxaneyê rapora derbkirinê nedanê. Ji ber ku rapor nedan birayê min vê carê em çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Dema ku li vê derê jî rapora derbê xest, gotin ewê raporê derbê bidin leşkeran.”      BI CEZAYÊ PERE TEHDÎT KIRIN   Yucel, dest nîşan kir ku piştî derbê wan xwest gilî bikin û wiha axivî: “Ji ber ku me xwest em gilî bikin, leşkeran 2 heftiyan dest danîn ser nasnameya birayê min.  Ji me re gotin ‘ger hûn biçin gilî bikin, em ê cezayê pere li we bibirîn.’ Ji ber gefa leşkeran malbata din ji neçarî giliya xwe paşve kişand. Berî demekê birayê min ê biçûk jî rastî êrîşa koçikên qereqolê hatibû. Ji nişkêve leşker derdikeve û koçikan digire. Birayê bi vî awayî xelas dibe.”