DTO: Li Amedê 3 rojan testa vîrûsê nekirin 2020-08-20 09:25:43   AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, diyar kir ku li Amedê 3 rojan test nehatine kirine û got, 346 xebatkarên tenduristiyê yên di 6 Tebaxê de enfekte bûbûn, di du hefteyên dawî de 84 kesên din jî li wan hatin zêdekirin û niha bi giştî hejmara xebatkarên tenduristiyê yên enfekte bûne, bûye 430   Ye ji bajarên ku şewba Covîd-19'ê pir belav bûye jî Amed e. Tê diyarkirin ku hejmara pêketiyan a rojana di navbera 300-600 kesî de ye. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, iyar kir ku li Amedê 3 rojan test nehatine kirine û got, 346 xebatkarên tenduristiyê yên di 6 Tebaxê de enfekte bûbûn, di du hefteyên dawî de 84 kesên din jî li wan hatin zêdekirin û niha bi giştî hejmara xebatkarên tenduristiyê yên enfekte bûne, bûye 430. Her wiha Tûran got: "Li Amedê rojekê behsa 700 kesî hat kirin. Rojekê behsa 600 kesî. Lê bi nêvekî rojane 300-350 ye. Li Amedê 3 rojan test nehatin kirin. Duh (dotira rojê) cardin dest bi testan hat kirin. Helbet gava test tunebin wê hejmar kêm bibin. Li vê derê tam sê rojan li ser hev test nehatin kirin."   HEJMARA NEXWEŞÊN LI NEXWEŞXANEYAN   Tûran, anî ziman li tevahiya bajêr hejmara nexweşên li nexweşxaneyan 600 e û herî zêde jî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê nexweş hene. Tûran, diyar kir ku li vê nexweşxaneyê 200 nexweş hene û ji van nexweşan 75 jê jî li ûnîteyên beşa awarte ne.   DI 2 HEFTEYAN DE 84 TENDURISTVAN ENFEKTE BÛN   Tûran, destnîşan kir ku li bajêr di 6'ê tebaxê de hejmara tenduristvanên enfekte bûyî 346 bûne, lê belê du di hefteyên dawî de 84 tenduristvanên din jî enfekte bûne û hejmara xebatkarên tenduristiyê yên enfektebûyî bûye 430. Tûran got: "Li Amedê li gor hejmara bi dest me ketiye, 430 kedkarên tenduristiyê enfekte bûne. Di 6'ê Tebaxê de tabloya xebatkarên tenduristiyê yên eenfektebûyî hat parvekirin. Wê çaxê 346 bû. Lê di du hefteyên dawî de, yanî di 13-14 rojan de 84 xebatkarên din jî enfekte bûn. Ev tenê yên ku gihaştine destê me. Her wiha hin xebatkar hene asemptiîk in, yanî yên sempotoman nadin der."   Tûran got: "Her diçe kar û barê xebatkarên tenduristiyê girantir dibe. Divê şert û mercên wan ên xebatê bên başkirin. Heger wisa dewam bike em ê nemînin û dê pêşî neyê girtin. Me bihîst ku li bajarê me, xebatkarek an du xebatker îstifa kirine. Her wiha her diçe li seranserê Tirkiyeyê xebera ên îstifa dikin zêde dibin."   Tûran, anî ziman ku li Amedê nexweşaneyên pandemiyê bi kapasîteyeke fûll dixebitin û bal kişand ser sedema belavbûna nexweşînê: "Ên testên wan pozîtîf dertên dişînin malê. Ev handîkapeke cidî ye. Ev kes heya diçe malê, temasî gelek eksan dike. Loma em destnîşan dikin ku divê kesên li malê tê karantînakirin divê bên şopandin. Divê xebatên fîlyasyonê baş bên kirin."   DANEYÊN WEZARETÊ   Tûran, diyar kir ku agahyên ji qadê bi dest wan dikevin nîşan didin ku daneyên Wezareta Tenduristiyê nerast in û got: "Li Amed û Rihayê rojê 300-350 kes pê dikevin. Li Enqereyê jî nêzî hezar kes. Ev dane û yên wezaretê li hev dernayên. Loma daneyên wezaretê pir rast naxuyên."   Tûran, destnîşan kir ku ji ber pêvajoya "asayîbûnê" ya di 1'ê Hezîranê de pandemî pir zû belav bûye û got: "Gel, pêvajoya asayîbûnê şaş fm kir. Ji lewra şaş hat ragihandin. A rast e hemû jî dibînin ku dane zêde dibin. Çendî ku em rêxistineke pîşeyî bin jî, lêa xirê em perçeyeke vê civakê ne. Em ji derdora xwe dizanin ku bê hejmara pêketiyan çi qas zêde dibe. Li Amedê hema bibêe tu malbat nemaye ku pê nekitiye. Yanî hîn jî fêm nakim ji bo çi wezaret wiha dike. Pêvajoya piştî 1'ê Hezîranê piranî ji bo rewşa aborî hat kirin. Berî tevdîr bihatana sistkirin diviyabû di çarçoveyeke daneyên zanistiyî bihatana kirin."   Tûran, anî ziman ku li Amedê di nav navçeyên Amedê de hejmara pêketiyan herî zêde li Bismil û Farqînê ye.