3 karkerên bi covît-19 tevî 10 karkeran din dimînin 2020-08-20 09:03:07   ENQERE - 13 karkerên ku ji bo bixebitin ji Çewligê hatin Enqereyê, testa 3 heban jê pozîtf derketiye. Lê her sê kesên testa wan pozîtîf derketine tevî 10 karkerên din li heman cihî dimînin. Karkeran, anî ziman ku wekî din cihekî wan î ku lê bimînin tuneye û gotin: "Di hevalên me de jî semptomên şewba Covîd-19'ê hene."     13 karkerên ku ji bo bixebitin ji navçeya Bongilan a Çewligê çûn Enqereyê, testa 3 heban jê pozîtîf derketiye, lê belê her sê karkerên testa wan pozîtîf derketiye û yên din li cem hev du dimînin. Karkeran, anî ziman ku wekî din cihekî wan î ku lê bimînin tuneye û gotin, di hevalên wan ên din de jî semptomên Covîd-19'ê hene.    Karker Giyasettîn Dogum ku testa wî ya şewba Covîd-19'ê pozîtîf derketiye, anî ziman ku sê caran çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê, lê belê ji ber ku tam semtomên şewbê tunenebûn testa wî nehatiye kirin. Dogum got: "Di roja sisêyan a nexweşxaneyê de, rewşa du hevalên min xirab bû. Dû re wan bi ambulansan birin Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê. Gava hevalên min test kirin, min got ez dixwazim a min jî bê kirin. Du roj şûn de telefonî me kirin û gotin, testa we pozîtîf derketiye."    EW Û YÊN DIN LI HEMAN ODEYÊ NE    Dogum anî ziman ku telefonî wan hatiye kirin û ji wan re gotine "xwe îzole bikin" û got: "Me ji wan re got, cihê em li dimînin tenê odeyek e. Li vê derê ne pêkan e ku mirov xwe îzole bike. Wan jî got, ji destê wan jî tiştek nayê. Em li vê derê tevî 10 hevalên xwe yên din ên testa wan ne pzoîtîf e dimînin."    Dogum, destnîşan kir ku ew doza heqê xwe yê tenduristiyê dikin û got: "Em naxwazin tu kes ji ber me pê bikeve."   Her wiha Tahîr Dogum jî anî ziman ku kes bi wan re eleqedar nebûye û got: "Hem serokomar hem jî wezîrê tenduristiyê her roj dibêje, 'em li cem gelê xwe ne.' Lê belê ê me cihekî me yê mayînê tuneye, dîsa jî kes bi me re eleqedar nabe. Tirsa me ew e ku em hin kesên din pê bixin. Diçin ên nêzî xwe bi balafiran tînin û li cihên herî baş wan tedawî dikin, lê xwedî li me dernakevin. A rast ev jî nîşan dide ku bi kîjan çavî li me dinêrin. Madem em welatiyê vî welatî ne, nexwe divê em jî karibin sûdê ji heman mafê ku ên nêzî wan jê digirin bigirin."    MA / Emrûllah Acar