ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-20 09:00:48   * 13 karkerên ku ji bo bixebitin ji Çewligê hatin Enqereyê, testa 3 heban jê pozîtf derketiye. Lê her sêyên testa wan pozîtîf derketine tevî 10 karkerên din li heman cihî dimînin. Karkeran, anî ziman ku wekî din cihekî wan î ku lê bimînin tuneye û got, di hevalên wan de jî semptomên şewba Covîd-19'ê hene.    * Li Rihayê cotkarên ku bacanên reş, firingî û îsotan diçînin, ji mecbûrî berê kîloya berên xwe bi 30 qurişî didin.    * Parêzer Çîgdem Akbûlût, anî ziman ku şertên parêzerên di rojiya mirinê de yên li nexweşxaneyê, ji şert û mercên girtîgehê xirabtir in û got, ev jî ji bo Tîmtîk û Unsal cihê xetereyeke mezin e.    * Kedkarên şanoyê anîn ziman ku ji ber pandemiyê êdî nikarin karê xwe bikin. Şanogeran, anîn ziman ku dewlet  dengê wan nabihîse û gotin: "Dewlet dixwaze em tune bibin."    * Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, diyar kir ku li Amedê 3 rojan test nehatine kirine û got, 346 xebatkarên tenduristiyê yên di 6 Tebaxê de enfekte bûbûn, di du hefteyên dawî de 84 kesên din jî li wan hatin zêdekirin û niha bi giştî hejmara xebatkarên tenduristiyê yên enfekte bûne, bûye 430    * Heyeta KCD û DBP'ê dê bi şîara "Em ê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hêz bibin" li Navçeya Cizîrê gel û esnafan ziyaret bike. (10.00-17.00)   * Parlamenterên HDP'ê dê di çarçoveya pengava sêyemîn a "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Dîlokê ziyaretan pêk bînin. (10.30)    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê li ser mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê di 1'emîn salvegera tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê de, dê li gelek bajaran li dijî qeyûman çalakiyan li dar bixin. (11.00-13.00)    * Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) u Meclîsa Jinan a HDP'ê dê têkildarî tecawizkar Musa Orhan û mirina İ.E. li Navçeya Cizîrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, dê li têkildarî komkujiya Pirsûsê li Qada Halîtaga ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)   * Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî, ji bo balê bikişînin ser armanca çalakiya Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne, dê li pêş Baroya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.00)