Bûldan starta 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' da: Ji bo aştî, edalet û demokrasiyê têkoşineke pev re 2020-08-19 21:28:03   STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, starta "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a HDP'ê da û ji bo têkoşîna pevre ya ji bo aştî, edalet û demokrasiyê bang kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo starta merhaleya 3'yan a "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" bide, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kom bû. Lê belê li vê derê polîsan qedexeya qeymeqamtiyê ya ji bo şewbê wekî hincet nîşan da û girseyê asteng kirin. Li ser vê girseyê bertek nîşan da. Piştî mudaxileya polîsan dest pê kir, Berdevkê Partiyê Sarûhan Olûçhan bi polîsan re axivî û piştî hevdîtinê destûr hat dayîn kir daxuyanî li derveyî qadê bê dayîn. Li vê derê bi kurdî û tirkî panlarta "Li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî" nivîsandî hat vekirin. Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Piştî axaftina destpêkê Hveseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî.    Bûldan di axaftina xwe de got: "Îro, em starta merheleya sêyemîn a Bernameya Têkoşîna Demokratîk didin destpêkirin. Me starta merhaleya xwe ya sêyemîn li gor 19'ê Tebaxê eyar kir. Çimkî di vê dîrokê de vîna me, vîna gelekî hat xespkirin. Par, hevşaredarên me yên di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser ketin ji peywirê hatibûn girtin û qeyûm tayinî şûna wan hatibû kirin. Ev darbeyeke siyasî ye. Xespkirina vîna gelekî, bi darê zorê xespkirina şaredariyan darbeyeke siyasî ye.   Me 65 şaredarî bi dest xistin, lê niha qeyûm tayinî 53 şaredariyan hatiye kirin. Ev şaredarî hatine xespkirin, vîna gel tune hatiye hesibandin. Dikarim bibêjim ku êdî feraseta qeyûman rûxiyaye. Dizî û nelirêtiya qeyûûman bi belgeyan hatiye deşîfrekirin. Niha ew mekan, ew avahî ne ji bo gel ji bo dizî û nelirêtiyê tên bikaranîn. Me ev yek hemû bi belgeyan aşkere kir, lê hîn jî qeyûm li wan şaredariyan e. Niha AKP vî welatî bi qeyûman bi rê ve dibe. Ji lewra kesên vî welatî bi rê ve dibin, eynî wekî qeyûman dizî û nelirêtiyê dikin. Em dibînin ku êdî nikarin vî welatî bi rê ve bibin. Kesên dixwazin vî welatî bi qeyûman bi rê ve bibin, kesên vî welatî tecrîd dikin dijminatiya kurdan, ermenî û elewiyan û jinan dikin."    Bûldan bi berdewamiya axaftina xwe de destîşan kir ku qeyûm tenê ne darbeyeke siyasî ye, di heman demê de darbeya li dijî jiyana bi hev re, darbeya li dijî aştî û biratiyê ye.    Her wiha Bûldan, bal kişand ser bûyera tecawizê ya li Êlihê jî û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê ên tecawizê dikin, ên şidetê dikin, ên bêhiqûqîtiyê dikin her tim teşhîr bikin.    Bûldan got: "Ev têkoşîn, têkoşîan demokrasiyê ye. Di heman demê de têkoşîna aştiyê ye."    Bûldan, anî ziman ku ew ê di çarçoveya merhelaya sêyemîn a têkoşîna demokrasiyê de, di 1'ê Îlonê de xelekên ji mirovan çêbikin û careke din li dijî şer ji bo aştiyê abng bikin. Bûldan got, ew ê careke din li dijî tecrîdê ji bo azadiyê bang bikin û ew ê destnîşan bikin ew feraseta qeyûman qebûl nakin û şermezar dikin.    Herî dawî Bûldan got: "Heger demokrasî bê, dê bi aştî, bi kesên baweriya wan bi demokrasiyê, bi hatina cem hev a xizan, kedkar, jin û ciwanan bê. Em ji bo vê li vê derê ne. Em ji bo vê ketin rê, em bibiryar in. Bes, em li dijî vê pergal û ferasetê rabin, qebûl nekin. Em qeyûman qebûl nakin, em şer qebûl nakin, em tecawizan qebûl nakin, em pêkanînên antîdemokratîk qebûl nakin. Ji bo gelên Tirkiyeyê rihet bikin em aştî û demokrasiyê dixwazin û em bibiryar in ku em li ser vê rêyê bin."    Piştî axaftina Bûldanê girse bi berzkirina dirûşmeyan ji qadê veqetiya.