Polîs daxuyaniya HDP'ê asteng kir 2020-08-19 19:33:14   STENBOL - HDP, xwest di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyaniyekê bide, lê belê bi hinceta qeymeqm qedexe kiriye daxuyanî hat astengkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de, bi beşdarbûyîna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldanê xwest li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyaniyekê bide. Lê belê polîsên ku qad dorpêç kirin, biryara Qeymeqamtiya Bakirkoyê ya der barê pandemiyê de wekî hincet nîşan dan û nehiştin daxuyanî bê dayîn.    Gava polîsan xwest bi darê zorê girseyê ji qadê dûr bixin, girseyê bertek nîşan da û got, "Em ê vê zilmê qebûl nekin, em ji vê derê naçin." Girseya ku hê jî li qadê ye dirûşmeyên "HDP gel e, gel li vir e" û "HDP, hêvî ye hêvî li ser piya ye" berz dike.    Hevdîtina rêvebirên HDP'ê ya bi polîsan re didome.