ÎHD: Nameya Î.E. emanete jinan e 2020-08-19 16:14:26 NAVENDA NÛÇEYAN – Komîsyona Jinan a Navenda ÎHD’ê, derbarê jina ciwan Î.E. ya li Êlihê ji aliyê Çawîşê Pispor ve hat tecawîzkirin û dûre întîhar kir de, daxuyanî da û got: “Em weke jinên ÎHD’î li pişt nameya wê ne. Em ê bibin peyvên mexduriyeta tiştên Î.E. jiyan.”   Komîsyona Jinê ya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê jina ciwan Î.E. ya li navçeya Qûbîn a Êlihê, piştî ku ji aliyê Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ve hat tecawîzkirin û di 16’ê Tîrmehê de xwest întîhar bike û duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bavê Î.E. ya 18 salî F.E. nameya wê ya nivîsandibû, di 27’ê Tîrmehê de, anî Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û serlêdan kir. Ev serlêdana bavê Î.E. ji bo Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê hat ragihandin.”   'TUNDIYA LI DIJÎ JINAN POLÎTÎKE'    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nameya Î.E. wê di dosyeya dozê de, bibe yek ji delîlên herî girîng. Î.E. li dijî ferasta ‘serdest û feodaliya zilam’ a ku ferzî civakê tê kirin, dawî li jiyana xwe anî. Hîna di temenê xwe yê zarokatiyê de, rastî vê zilma giran hat. Hîna jî bersûcê wê ji aliyê Daraza Desthilatdariyê ve tê parastin û jiyana xwe dewam dike. Rastiya ‘Tundiya Li Dijî Jinan Polîtîke’ cardin li rûyê me ket. Ne hiqûqa navxweyî û ne jî peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin, rastiyan ronî nakin. Esil rastî ‘unîforman Musa Orhan li xwe kiriye’ û ferastea ji siyasete girtiye.”    Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Orhan ji aliyê darazê ve tê parastin. Î.E. jî wê êdî nekare xwe îfade bike. Lê nameya li paş xwe hişt emanete me jinane. Em weke jinên ÎHD’î li pişt vê nameyê ne. Em ê bibin peyvên mexduriyeta tiştên Î.E. jiyan. Divê Mûsa Orhan bê girtin û biryara veşartinê ya li ser dosyeya Î.E. bê rakirin. Lazime ku cezayê herî giran ji bo Mûsa Orhan bê dayîn.”