Eskerên gor rûxandin bang li malbatê jî kirin ku îfade bidin 2020-08-19 14:50:34 WAN - Li navçeya Erdişê, eskeran gora Fatma Încî ya HPG’î rûxandin. Eskerên ku gora Încî rûxandin, di heman demê de bang li malbatê kirin ku biçin qereqolê îfade bidin.   Eskeran gora Fatma Încî ya HGP’î ya di 17’ê Nîsana 2018’an de li navçeya Berwerî y a Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û li Goristina Zortul a navçeya Erdîş a Wanê hatibû definkirin, rûxandin. Eskeran peyva “şehîd” û navê koda wê ya li ser gora wê hatibûn nivîsandin kirin hincet û rûxandin. Eskerên ku gora Înce rûxandin, di heman demê de bang li malbata wê jî kirin ku biçin Qereqola Eskerî ya Çelebibag îfade bide.     Malbat li ser vê yekê çû qereqolê û li qerolê pirsa çima “nivîs hatine nivîsandin” ji malbatê hat kirin. Ferdên malbatê yên li qereqolê îfade dan, dûre serbest hatin berdan.