Penaberên afgan bi xapê li şûna Enqere danîn Farqînê 2020-08-19 12:36:57 AMED – Komeke penaberên afgan ku di wan de zarok û jin jî hebûn, bi xapê li şûna Enqerê danîn Farqînê.   Komeke penaberên afgan ku ji bo biçin Enqereyê, ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bûn. Lê kesên ku koma penaber ku di wan de jin û zarok jî hene girtin, li şûna Enqereyê wan danîn navçeya Farqînê ya Amedê. Kom ji 35 kesan pêk tê, diyar kir ku xwestine ji bo xebatê biçin Enqereyê lê ajokarên dormîşa wan danîn erdekî valê yê navçeyê. Koma afgan şevê li xeraca navçeyê ya Amedê derbas kirin. Rêxistina HDP’ê ya navçeyê xwarin ji wan re bir û serê sibejê ber bi Amedê bi piya ketin rê.