Dadgehê Hevşaredarên Awiskê serbest berdan 2020-08-19 10:35:10   ÊLIH - Danişîna doza hevşaredarên Awiskê Osman Karabulut û Hatice Taş hatin dîtin. Heyetê Hevşaredar serbest berdan.    Danişîna doza Hevşaredarên Awiskê ya Êlihê Osman Karabulut û Hatice Taş, ku di 22'ê Tîrmehê de hatibûn girtin, hat dîtin. Heyeta dadgehê di danişînê de piştî li îfadeyên wan guhdar kirin, biryara berdanê da. Parêzer xwestibûn ku muwekilên wan ên Hevşaredar bi kefaletê bên berdan. Hevşaredar Karabulut hefteya borî heqê kefaletê dabû. Heyetê piştî vê yekê Hevşaredar Osman Karabulut serbest berda. Der barê Hatice Taş ku heqê kefaletê neda jî biryara berdewama girtinê da. Parêzer biryara dadgehê îtîraz kir. Li ser îtîraza parêzer heyetê der barê Hevşaredar Hatice Taş de jî biryara berdanê da. Hevşaredar Osman Karabulut û Hatice Taş piştî biryarê hatin berdan.    Wezîrê Karên Hundir piştî Hevşaredar ji kar dûr xistibûn qeyûm tayînî şûna wan kiribû.