Xwediyê eywanên dawetan: 2 hezar û 400 kes mexdûr bûn 2020-08-19 09:02:55 AMED - Xwediyê eywanên dawetan diyar kirin ku ji ber eywanên wan demeke dirêj girtî mane, di mehekê de bi milyonekê xesirîne û 2 hezar û 400 xebatkar mexdûr bûne."    Eywanên dawetan ên Amedê piştî ku pêvajoya vîrûsa coronayê dest pê kir, ji 11 Adarê heta 1’ê Tîrmehê girtî man. Xwediyê eywanan diyar kirin ku zirara wan a mehekê milyonek TL ye û 2 hezar û 400 xebatkar jî mexdûr bûne.  Yek ji xwediyê eywanên dawetê Serdar Metîn ê 16 sal in vî karî dike, der barê pirsgirêkên dijîn de bibîrxist ku di pêvajoya pandemiyê de nêzî 4 mehan eywanên girtî man û got: “Piştî daxuyaniya walitiyê ku gotibû bila li cihên girtî neyên kirin. Em nikarin li eywanên xwe rast û dirûst dawetan bikin. Kesên ku baxçeyên wan heyî gazî orkestrayekê dikin û dawetan li dar dixin.”  Metîn anî ziman ku li Amedê nêzî 75 eywanên dawetê yên ruxset hene û got: "Li eywaneke dawetan 32 kes dixebitin. Ew jî di vê pêvajoyê de mexdûr bûn.”    ‘DEWLETÊ TU ALÎKARÎ NEDA ME’   Metîn, diyar kir ku di her serdemê de piştî cejnan kar zêde dibe û got: “Me ne piştî Cejna Remezanê ne jî ya Qûrbanê tu kar nedît. Her eywaneke dawetê di pêvajoya pandemiyê de herî kêm bi milyonek TL xisiriye. Me ji dewletê jî tu alîkarî nedît. Tu alîkarî nedan me. Zirara me mezin e, karkerên ku dixebitin mexdûr in. Em li gor giştînameya Wezareta Karê Hûndir tedbîrên xwe digirin. Lê kesên ku li derve bi awayekî korsan dawetan dikin, tedbîran bi cih naînin. Li cem me kesên ku agirê wî hebe, yê ku bê rûpoş be nagirin hûndirê eywanê. Yên ku dikevin hundir jî di derî de dezenfektan hene ku li destê xwe bikin. Heta ku li destê xwe nekin nagirin hundir. Li her maseyê 10 kursî hebûn berê, lê me hejmara wan kêm kir, kir 4. Eywana ku hezar kes lê bicih dibin, 350-400 kesî digirin. Em nahêlin lîstikin bi temasê tên kirin bên lîstin."    ‘PÊŞIYA CIHÊN KORSAN BILA WERE GIRTIN’   Metîn, destnîşan kir ku heke pêşiya kesên bi awayekî korsan dawetan dikin were girtin dibe ku bi xw eve bên û got: “Em ne li bendê ne ku dewlet alîkariyê bike. Herger pêşiya kesên ku bi awayekî korsan dawetan dikin were girtin, em ê karibin xwe bidin ser hev."    MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman