Îtiraza li dijî îadekirina îdianameya çawîşê pispor hat qebûlkirin 2020-08-18 23:59:11 NAVENDA NÛÇEYAN – Îtiraza li dijî biryara îadekirina îdianameya çawîşê pispor Mûsa Orhan hat qebûlkirin. Orhan, li Êlihê tecawizî Î.E.yê kiribû û piştî bûyerê dadgehê ew bi şertê kontrolkirina edlî berdabû.    Di 16'ê Tîrmehê de li navçeya Qubînê ya Êlihê Î.E.y 18 salî hewl dabû întihar bike. Piştî vê derketibû hoolê ku çawîşê Pispor Mûsa Orhan tecawizî Î.E.yê kiriye. Î.E. ya ku hewl dabû întihar bike, îro li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.    Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê der barê çawîş Orhan de lêpirsîn daabû destpêkirin û Dadgeha Ceza ya Sulhê jî di 17'ê Tîrmehê de, bi şertê kontrolkirina edlî Orhan berdabû. Li ser vê hem Baroya Sêrtê hem jî Serdozgeriya Komarê ya Ssêrtê, îtiraz kiribû lê belê dadgehê îtiraza wan red kiribû. Her wiha îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû amadekirin jî, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve hatibû îadekirin. Li ser vê dozgeriyê îtiraz li biryara dadgehê kir.    Her wiha hat hînbûn ku çawîş Orhan ji peywirê hatiye girtin.