Hashtaga #MusaOrhanTutuklansın hat vekirin 2020-08-18 16:38:46   ÊLIH – Ji bo çawişê pispor Mûsa Orhan ku destdirêjî keça ciwan Î.E kiribû û bûbû sedema mirina wê, li ser medya civakî ji bo girtina wî hashtag hat vekirin.    Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î.E (18) ku çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî wê  kiribû û di 16’ê tirmehê de hewl dabû dawî li jiyana xwe bîne, îro li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Î.E. ku 34 rojan têkoşîna jiyanê da, di nameya li pey xwe hiştibû de ragihandibû çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî wê kiriye. Li gel vê yekê jî Mûsa Orhan di heman rojê de hatibû binçavkirin û hatibû berdan jî.   Cenazeyê Î.E. ji bo otopsiye li Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê tê rawestandin û ji bo girtina  faîlê tecawizker Mûsa Orhan jî li ser medya civakî hashtag hat destpêkirin.   HASHTAGA #MUSAORHANBÊGIRTIN    Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê, piştgirî da #MusaOrhanBêGirtin (#MusaOrhanTutuklansın) û bertek nîşanî negirtina Orhan da û destnîşan kir ku berdana Orhan a ji ber qaşo bi alqol bûye nîşan dide ku li Tirkiyeyê qanûn çiqas bi kêfî ne û li gorî kesan e. Navendê, da zanîn ku wê destûr nedin ku sûcê Orhan bê fîhilkirin û Orhan bi bêcazahiştinê bê parastin.