Ji SES’ê kampanya ‘Karê ewledar pêşeroja ewle’ 2020-08-18 15:19:20   ENQERE – Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, ragihand ku kampanya ‘Karê ewledar pêşeroja ewle’ dane destpêkirin û ev tişt got: “Ji bo ku istihdama ewledar bê kirin me pêşniyarqanûnek amade kir û ji bo bibe qanûnên em têbikoşin.”   Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristî (SES) Gonul Erden, li navenda giştî ya sendikayê civîneke çapameniyê pêk anî û starta kampanya ‘Karê ewledar pêşeroja ewle’ da. Di civînê de pankarta “Bila hemû Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê ji bo qadroyê bên girtin û hejmara xebatkaran bê zêdekirin” hat daleqandin.    DAXWAZA TAYÎNKIRINA XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ   Hevserok Eren, di civînê de axivî û destnîşan kir ku bi pêvajoya pandemiyê re gelek xebatkar ji karên xwe hatine derxistin û bi hezaran kedkarên tenduristiyê ku bi hincetên cuda tayînkirinên wan nehatine kirin hene. Eren, xwest ku tayînkirina xebatkarên tenduristiyê bê kirin.    WÊ JI ÇEPIKXISTIYAN DESTBILINKIRINÊ BIXWAZIN   Derbarê kampanya ku starta wê da jî ev tişt got: “Ji bo karê ewledar pêşeroja ewle me pêşniyarqanûnek amade kir û ji bo ku bibe qanûn em ê têbikoşin. Di vê çarçoveyê de em ê kampanyakêbi rê ve bibin. Diê kedkarên tenduristiyê bi awayekî xurt tevlî vê kampanyayê bibin. Em ji kesên ku ji me re çepikan dan daxwaz bikin ku ji bo pêşniyarqanûna me bibe qanûn li meclisê destê xwe bilind bikin.”   DEMA KAMPANYAYÊ   Erden, derbarê dema kampanyayê de jÎ ev tişt parve kirin:   “*18’ê tebaxê û 24’ê îlonê de; li cihên kar stant bên vekirin û îmze bên berhevkirin. Wê kampanya îmzeyan li ser hesabê me yê Web’ê (ses@ses.org.tr) jî ji îmzeyê re bê vekirin.  Em ê li cihê kar civînan bikin. Wê li pêşiya cihên kar daxuyanî bên dayîn. Medya civakî bi bandor bê bikaranîn.   * 28-29-30’ê îlon: Bi navbeynkariya şax/nûnertiyan randevu ji parlamenterên her bajarî bê girtin û îmze radestî wan bê kirin.   * 28-29-30’ê îlon: Wê Navenda Giştî li meclisê ji serokwekîlên komên partiyan randevu bigire û îmzeyan radestî wan bike.   * 1’ê Cotmeha 2020’an: Her şax/nûnertî bi daxuyaniyan nûnerekê/î bişînin Enqereyê.   * 2’ê Cotmeha 2020’an: Wê bi nûnerên me yên bajaran re îmze radestêi Serokatiya Meclisê bên kirin.”    BANGA PIŞGIRIYÊ   Erden, herî dawî jî  ji hemû kedkarên xizmetên civakî û tenduristiyê xwest ku piştgirî bidin têkoşînê û bang li wan kir ku têkoşîna hevpar bidin.