Guven: Divê têkoşîn bê hevparkirin 2020-08-18 14:37:20     STENBOLÊ – Hevserokên KCD Û DBP’ê, di çaroveya serdanên xwe yên Stenbolê de, bi rêveberiya DÎSK’ê û Rojnameya Agosê re hatin gel hev. Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven, di serdana xwe ya DÎSK’ê de bi bîr xist ku desthilata AKP’ê her ku çûye zextên xwe zêde kiriye û ev tişt got: “Ji bo demokratkirina pergalê divê têkoşîna kedê û siyasî bibe yek.”   Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, serdanên xwe yên Stenbolê yên ji bo piştgiriya  “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê didomînin. Heyetê îro destpêkê serdana Kofedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) kir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îdîl Ûgûrlû, Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Gûrbet Aydogan, Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî bi hevserokan re tevlî serdanê bûn.    HER ZEXTAN ZÊDE DIKIN   Di serdanê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û diyar kir ku her çiqas bi awayekî fîzîkî ne li cem hevbin jî têkoîşan ber bi heman cihê ve diherike û wiha got: “Armanca van têkoşîna Tirkiyeke demokratîk û Kurdistana azad ku kurd karibin xwe têde azad bînin ziman e. Bi salan e em ji bo vê têkoşîn didin. Desthilata AKP’ê her ku diçe zextên xwe zêdetir dike. Ji bo demokratkirina pergalê divê têkoşîna kedê û siyasî bibe yek.”   DEMOKRASÎ NANÊ KARKERAN E   Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî diyar kir ku armanca wan yekbûna têkoşîna kedê û têkoşîna demokrasiyê ye û ev tişt anî ziman: “Li cihê ku demokrasi tunebe mafên karkeran tunene. Demokrasî nanê karkeran e. Di pêvajoya pandemiyê de jî derket holê ku desthilat karkeran naparêze. Em hemû ji zextên desthilatê bi bandor dibin. Di vê pêvajoyê de divê têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin.”   Piştî Guven û Çerkezolgû Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axaftinek kir û destnîşan kir ku bingeha têkoşîna demokratîk ava dikin.    SERDANA AGOSÊ   Heyet ji vir derbasî Rojnameya Agosê bû û bi Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan re hevdîtineke kir. Piştî serdana xwe ya li vir heyet derbasî avahiya HDP’ê ya Stenbolê bû. Tê payîn ku heyet serdana Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) jî bike.