Dayika Aştiyê Halîme Dîlek jiyana xwe ji dest da 2020-08-18 10:21:05   MÊRDÎN – Dayika Aştiyê ya 70 salî Halîme Dîlek ev demekê bû nexweşiya wê hebû, li navçeya Kerboranê jiyana xwe ji dest da.   Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Halîme Dîlek (70) ku ji ber temenê wê yê mezin nexweşiyên wê hebûn, li mala xwe ya li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da. Tê payîn ku cenazeyê Dîlek dê piştî zarokên wê yên li derveyî welat bên, li navçeyê bê veşartin.   Kurê Dîlek Mazlûm Dîlek 25 sal in di girtîgehê de ye.