Li sêpiyan tûrikan çêdike 2020-08-18 09:10:18   ŞIRNEX – Li Botanê tûrikên ku şivan azoxên xwe dixinê û bêrîvan jî ji bo berhevkirina giyayan bi kar tînin, bi destê jinê bi kedeke mezin tên çêkirin.    Li bajarok a Dêrgul a Şirnexê, hê jî sêpî tên danîn û di wan de tûrik, sijde û xalî tên çêkirin. Jinên ku sêpiyên xwe li hewşên xwe danîne, tayên qazaxên kevn ên bi teşîyê hatine çêkirin, li sêpîyan bi cih dikin. Piştî ta li sêpiyê tên bicihkirin bi şe tên şekirin.    Sacîde Aksû (50) ku bi sêpiya xwe ya li hewşa mala xw ednaiye, bi tena serê xwe tûrikan çêdike. Aksû, anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve hîn bûye û got, ewilî ji bo sêpiya xwe çêbikin qutikên daran tînin û van qutikan li erdê dikutin. Aksû, diyar kir ku dû re benên xwe li girêdidin. Aksû ku bi şeyê hesinî yê destê xwe benikên sêpiyê dijidîne, bi darikê ku xistiye nava benikan ber bi xwe ve dikişîne û dijidîne.    JI BO GELEK ARMANCAN TÊ BIKARANÎN    Aksû ku li sêpiya 18 metrekareyî tûrikan çêdike got: "Ez van modelan li gor qeysa wan dibirim û didirûm. Bi van modelan tûrikan çêdikim. Em biharê kerneg, gulîk, sîrik, siyabo û gelek pincar û giyayên din berhev dikin û dixin van tûrikan. Her wiha em wan didin şivanên xwe jî. Em jî azoxê xwe dixinê. Her wiha em genim, kuncî, nîsk û ceh jî ji bo tov dixin tûrikan û di dema tovreşandinê de wna bi kar tînin."