Zilamê ku hevjîna xwe û keça xwe birîndar kir, gef li zarokên xwe xwar 2020-08-18 09:02:10 MÊRDÎN – Li Şemrexê Salih P., ku bi çekê bera hevjna xwe û keça xwe da û reviya, piştî bûyerê telefonî kurên xwe kiye û gotiye, "Ez ê vegerim, ez ê we û wan tevde bikujim."    Li Taxa Poyrazê ya Şemrex a Mêrdînê, di 16'ê Tebaxê de Salih P., bi çekê bera hevjîna xwe û keçên xwe da. Di êrîê de keça wî R.P. (16) û hevjîna wî Sureyya P. birîndar bûn. Piştî bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê aya Mêrdînê. Li nexweşxaneyê hat hînbûn ku 4 fîşek li wan ketine. Her wiha Salih P.yê ku piştî bûyerê revîya, wesayîta wî li Wêranşar a Rihayê hat dîtin. Hat diyarkirin ku Salih P. telefona xwe jî di wesayîtê de hiştiye û reviyaye çûye.    Xizmên Salih P., diyar kirin ku piştî bûyerê Salih P. telefoî kurên xwe kiriye û gotiye, "Ez ê vegerim, ez ê we û wan tevde bikujim." Xizmên bûyerê diyar kirin ku naxwazin der barê bûyerê de biaxivin û gotin, lê belê dixwazin rojek berî rojekê Salih P. bê dîtin.    Her wiha zarokên Sureyya P.y. jî gotin, naxwazin biaxivin.