Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê hat binçavkirin 2020-08-17 16:34:41   ANTALYA - Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Derya Yolcû hat binçavkirin.   Sekretera Jinan a Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Derya Yolû, di çarçoveya operasyoneke navenda wê Mûşê, li Antalya hat binçavkirin. Yolcû ji bo ku beşdarî Kongreya Sendikaya Piştevanî û Alîkariyê ya Hindekarên Dibistana Seretayî (Îlk-Sen) bibe, diçe Antalya. Yolcû piştî kongreyê diçe serdanan malbata birayê xwe û li wê derê tê binçavkirin.    Hat diyar kirin ku Yolcû birin Mûşê.