22 saetan li benda hatina dozger man 2020-08-17 15:04:47   AMED – Cenazeyê Hasan Akdogan (18) ku ji bo hênikbûnê ketibû ava Çemê Dîcleyê û qeniqîbû, ji ber dereng hatina dozger a otopsiye 22 saet şûn de radestî malbata wî hat kirin.     Ciwanê bi navê Hasan Akdogan (18) duh li nêzî Pira Deh Derî ji bo hênikbûnê ketibû avê û xeniqîbû. Cenazeyê Akdogan ji aliyê komên AFAD’ê ve hatibû derxistin û rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. L gorî vegotinên ferdên malbatê, dozgerê ku otopsi bike piştî bi saetan hatiye nexweşxaneyê. Ji ber derengmayîna dozger cenaze piştî 22 saetan radestî malbatê hatiye kirin.    Cenazeyê Akdogan li gundê Kabê yê navçeya Sûra Amedê hat definkirin.