Li Ebexê şer: Cerdevanek hat kuştin 2020-08-17 14:54:29 WAN - Hat diyar kirin ku li çoltera navçeya Ebexê şer derket û di şer de cerdevanê bi navê Hakki Taş hat kuştin.   Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) duh bi şev li çoltera navçeya Ebexê ya Wanê derketin operasyonê. Li gorî agahiyan, di operasyonê de şer derket û cerdevanê bi navê Hakkî Taş hat kuştin.    Têkildarî şerê rû da, heya niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.