Balafirên koalîsyonê eskerên Sûriyeyê bombebaran kirin 2020-08-17 14:11:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo, li dijî benda kontrolê ya aîdê rejîma Sûriyeyê êrîşa hewayî pêk hat. Çavakaniyeke eskerî ji ajansa dewletê SANA'yê re axivî û diyar kir ku eskerekê jiyana xwe ji dest daye û 3 esker jî, birîndar bûne.    Li gundê Girê Zeheb a girêdayî navçeya Til Birak a dikeve başûrê Qamişlo, balafirên şer bendeke eskerî ya aîdê rejîma Sûriyeyê bombebaran kir. Tê texmînkirin ku balafirên girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê hatiye  avakirin li benda kontrolê xistibin.    Li gorî agahiyan, benda kontrolê ya rejîma Sûriyeyê serê sibehê saet 06.45'an li pêşiya konvoyeke Koalîsyona Navneteweyî bû asteng û destûr nehat dayîn ku derbas bibe.    Hate ragihandin ku piştî vê astengiyê, balafirên şer ên tên texmînkirin yên koalîsyonê ne, bombe li benda kontrolê ya navborî barandin. Li gorî agahiyan di encama bombardûmanê de, eskerekê jiyana xwe ji dest daye û 3 esker jî birîndar bûne. Çavakaniyeke eskerî jî ji ajansa dewletê SANA'yê re axivî û diyar kir ku eskerekê jiyana xwe ji dest daye û 3 esker jî, birîndar bûne.