Akdogan ê ket avê jiyana xwe ji dest da 2020-08-17 11:02:17 AMED - Hasan Akdogan ê ji bo xwe hînik bike ket Çemê Dîcle xeniqî.   Ciwanê 18 salî Hasan Akdogan ê duh nêzî Pira Deh Derî ya Amedê ket Çemê Dîcle, piştî demekê ji ber çavan winda bû. Kesên derdorê ji bo Akdogan ê ber avê ket agahî dan ekîbên AFAD’ê. Ekîbên li Adogan geriyan, cenazeyê wî dîtin û rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî a Amedê.   Malbata Akdogan a li Taxa Kabe ya girêdayî navçeya Sûrê dijî, ji bo cenazeyê kurê xwe bigire hat nexweşxanê. Lê ji ber ku otopsî nehatibû kirin, malbatê nekarî cezayê kurê xwe teslîm bigire. Malbat ji ber vê yekê, ji duh saet 17.00’an ve li ber morga nexweşxanê radiwest e. Malbatê, diyar kir  ku ji ber vê xemsariya rayedaran ewê gilî bikin.