Li Sêrtê kesên polisan ew binçav kiribûn hatin berdan 2020-08-17 10:11:14   SÊRT – Kesên ku rojek berê li Sêrtê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Sêrtê, 16 kesên ku roja 15’ê tebaxê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Her şazdeh kes piştî ku gotinên wan ên li emniyetê hatin girtin sewqî Edliyaya Sêrtê hatin kirin. Li edliyeyê jî piştî ku jê hêla dozger ve gotinên wan hatin girtin, hatin berdan. Kesên hatine berdan û navê wan hatine hînkirin wiha ne: Adalet Ozer, Nevzat Elçî, Mahsûn Polat, Mehmet Şefîk Bîlenç, Muşerîf Dalkiliç, Saît Ozbay, Kemal Cengîz, M. Şîrîn Altan, Şevket Dalkiliç, Şefîk Bîlen.