ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-17 09:00:13 * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, der barê kêşeya kurd û nêzîkatiyên partiyên siyasî yên li dijî kêşeya Kurd nirxandin kir. Buldan, helwesta ku tenê di pêvajoyên hilbijartinan de kêşeya Kurd dibînin û ji bo berjewendiyên xwe nêzîk dibin rexne kir û got: “Kesên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin, mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin. Heta ev rastî neyê dîtin pirsgirêk bi hêsanî nayê çareser kirin."   * Jofîzîkger Erdal Şahan, diyar kir ku li Stenbolê milyonek avahiyên kevn hene û di erdhejeke pêkan de wê texrîbateke mezin pêk bê. Şahan, pirsa “Di 21 salan de çi hat kirin?” kir û ev pêşniyara “veguherîna di cih de” kir.   * Rêveberê Navenda Giştî ya DAD’ê Huseyîn Ozan, bertek nîşanî vekirina Avzêmên Mûnzûrê ya di bin navê sererastkirina derdorê de ji avabûnê re da û diyar kir ku armanca bingehîn rûxandina rêxistinbûna civakê ye.    * Endamê Komîsyona Girtîgehê yê OHD’ê Parêzer Yûsûf Çakas, diyar kir ku li girtîgehan bi pêvajoya pandemiyê rewşeke keyfî derketiye holê û  ji hemû rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî  xwest ku bala wan li girtîgehan be.   * Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altindag, salvegera yekêmîn a tayînkirina qeyûman a cara duyemîn nirxand û diyar kir ku “Modela Qeyûm a Mêrdînê” ku bi nelirêtiyan ji rojevê neket, têk çûye.    * Karkerên ku li kargeha Vestelê dixebitin, diyar kirin ku mehê berdevkek digirin, karkerên ku li cem karkerên testê wan pozîtîf derketine testê wan nayên kirin û girêdayî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsê saetên wan ê xebatê jî zêde dibin.    * Hevserokên KCD û DBP'ê dê li Mêrdîn û Stenbolê bi dirûşmeya “Em ê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hêz bibin" ziyaretên xwe yên gel û rêxistinên demokratîk berdewam bikin. (10.00-19.00)   * Odeya Endezyarên Jeolojî ya TMMOB'ê dê têkildarî salvegera Erdheja 17'ê Tebaxwa ya Marmarayê li salona Konferansê Aykut Barka ya Stenbolê bi sernavê "21 salin we çi kir?" panelê li dar bixin. (14.00)   * Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî dê ji bo Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal yên di rojiya mirinê de ne li pêş Nexweşxaneya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, hunermend Menderes Samancilar û parêzer Eşber Yagmurdelî jî dê beşdar bibe. (15.00)