Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an 2020-08-16 20:57:07   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daneyên ku Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca aşkera kir, 19 kesên din jî bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an. Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca, daneyên dawîn ên vîrûsa koronayê aşkera kirin. Koca, ragihand ku 19 kesên din jî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 192 kesên din jî pê ketine. Bi vîe awayî hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an û hejmara pêketiyên giştî jî gihîşt 249 hezar û 309 kesan.