Li Amedê, xebatkarekê nexweşxanê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-08-16 13:36:30 AMED - Li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarok û Welidandina Jinan, testa korona ya 6 xebatkarên xwaringehê pozîtîf derketin. Ji van xebatkaran Abdulhalîk Gunduz jiyana xwe ji dest da.   Li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarok û Welidandina Jinan, xebatkarê xwaringehê Abdulhalîk Gunduz, ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Gunduz ê berî 10 rojan li ser nîşaneyên vîrûsa koronayê yên pêre rû didin,  diçe Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û testa xwe digire. Testa Gunduz pozîtîf derdikeve. Gunduz ê li nexweşxaneyê hat razandin û di beşa lezgîn de dihat dermankirin, piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da.    5 XEBATKARÊN DIN BI VÎRÛSÊ KETIN    Hat zanîn ku testa vîrûsa koronayê ya 5 hevalên Gunduz ên xebatê jî, pozîtîf derketiyeû ew di malên wan de kirine karantînayê.