Ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdisatnê derkeve 50 hezar îmze hatin komkirin 2020-08-16 12:20:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca Tirkiye ji Herêma Federal a Kurdistanê derbikeve 50 hezar îmze hatin komkirin.    Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer (JCT) bi armanca ku Tirkiye   ji ser axa Herêma Federal a Kurdistanê ya Iraqê derbikeve di 5'ê Tîrmehê de dest bi kampanya îmzeyê kiribû. JCT'ê encamên kampanyaya xwe bi raya giştî re parve kir. JCT'ê  li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê daxuyanî da çepemeniyê. JCT'ê da zanîn ku kampanya wan bi dawî bûye û heya  niha 50 hezar îmze kirine.   Li ser navê Rêxistinan Jinên Ciwan ên Têkoşer (JCT) Bêrîtan Zagros, di daxuyaniyê de axivî. Zagros, diyar kir ku ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdistanê derkeve tevî metirsiyên şewba virûsa Korona (Kovîd-19) jî, 50 hezar îmze kom kirin. Zagros, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Di dema komkirina îmzeyan de gelek caran astengî û pirsgirêk ji endamên me re dihatin derxistin. Bi taybet li Dukan û Helebce. Di vê roja giring ku wek roja vejîna gelê Kurd e, kampanya ku me dabû destpêkirin em bi dawî dikin. 50 hezar îmzeyên ku hatine komkirin wê radestî her du parlamentoyên Herêma Kurdistan û Iraqê her wiha Netewên Yekbûyî were kirin. Dagirkeriya Tirkiyeyê  li ser Başûrê Kurdistanê berdewam bike, ew ê xebat û têkoşîna xwe li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bikin."