Di qawîşa siyasetmedarên Kurd lê girtî de Covît-19 derket 2020-08-16 11:33:00   BEDLÎS – Li qawîşa siyasetmedarê Kurd Mehmet Can Demîr ê 59 salî ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê girtî ye, vîrûsa corona (Covît-19) tespît bû.    Vîrûsa corona (covît-19) li girtigehan jî belav dibe. Bi taybetî piştî pêvajoya asayîbûnê vîrûsa corona hem li derve û hem jî li girtîgehan belav bû. Li girtîgeha tîpa E ya Bedlisê jî di qawîşa ku Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Bedlisê Mehmet Can Demir ê 59 salî ye lê girtî vîrûsa covît-19 hat dîtin. Mehmet Can Demîr ku bi nexweşiyên dil, tansiyon, fitiqa piştê û nexweşiya mahdê ye, bi rîskek mezin re rû bi rû ye. Kurê Mehmet can Demîr, Arîf Demir, diyar kir ku di desta girtiyê bi bavê wî re di heman qawîşê de girtî pozitif derketiye.    GIRTIYÊ BI VÎRÛS DERXISTIN, LÊ TESTA YÊ MAÎ NEKIRIN   Demîr, anî ziman ku girtiyê bi şewba vîrûsê ket ji qawîşê derxistin, lê girtiyên li qawîşê mane heta niha testa wan nehatiye kirin. Demîr, anî ziman ku gelek nexweşiyên bavê wî hene û wiha got: "Ez jî li girtîgehê mam. Kesên sax û saxlem jî li girtîgehê nexweş dikevin. Divê kesên saxlem jî rojekê li wir nemîne. Lê di rewşa ku vîrûs heta qawîşê belav bûye, bavê min li girtîgehê tê girtin. Em fêr dibin ku her rojê encama testan posîtîf derdikevin. Divê tenduristiya bavê min li ber çavan bê girtin û wî serbest berdin.    Demîr ku heta niha rêveberiya DEP, HEP, DEHAP, HADEP, DTP û BDP’ê kiribû, li ser îfadeya 3 şahidê nepen 9 şahidan hat girtin. Demîr ji 2018'an heta niha girtî ye.