Şahidên erdheja 1999'an: Heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt îro jî biqewime 2020-08-16 09:00:37 KOCAELÎ - Di ser erheja 1999'an a Golcukê re 21 sal derbas bûn. Şahidên wê demê, anîn ziman ku dewlet bin enqazê de maye û gotin, heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt biqewime.  Di ser erdheja 17'ê Tebaxa 2019'an a Kocaelî-Golcukê re 21 sal derbas bûn. Di erdheja ku pileya wê 7.4 bû, li gor hejmarên fermî 48 hezar û 901 kes birîndar bûn, 4 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 840 kes jî winda ne. Her wiha dû re hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan bû 18 hezar û 373.    Şahidên erdhejê behsa wan rojan kirin.    JI HER DERÊ BÊHNA MIRINÊ DIHAT    Ahmet Kasimoglû, anî ziman ku avahiya wan ji ber erdhejê texrîb bûbû û got, bihuşta sixte ya 21 sal berê hatibû avakirin bi erdhejê bûye dojeh. Kasimoglû, bilêv kir ku bêyî ku haziriyên wan ên ji bo erdhejê hebin, erdhej çêbûye û got: "Sê rojên ewil ji bo vexwarinê jî av tunebû. Ji her derî bêhna mirinê dihat. Bi hezaran mirov di bin enqazan de mabûn. Veşartina cenazeyan jî ne mimkun bû. Erdhejê nîşan da ku 'heger em hazir bûna, wê bi hezaran mirov bihatana xelaskirin.' Gava ên di bin enqazê de diqîriyan û digotin 'min xelas bikin', mirov terka vê derê dikirin. Tevî gel, dewlet jî di bin enqazê de ma."    Kasimoglû, destnîşan kir ku ji wê rojê heya niha tu tişt neguheriye, piştî erdhejê li hin deveran avahî bi sê qatan hatin sînrodarkirin, lê belê dû re bi hin hincetan kirin 6 qat. Kasimoglû got: "Piştî erdhejê tiştekî bi navê kontrolkirin pergalê çêkirin. Ev jî tiştekî sûkî bû. Ne bawerim kontroleke baş hatibe kirin."    Her wiha Kasimoglû, anî ziman ku piştî erdhejê pirsgirêka ku pê rû bi rû mabûn jî, deverek tunebû ku pê de biçin. Kasimoglû, destnîşan kir ku ev pirsgirêk niha zêdetir bûye û got, di erhejeke mihtemel de wê Golcuk dîsa tehsîrê jê bigire û wê avahiyên xesardîtî hilweşin.    ‘HER KESÎ HEWL DA KU MALBATA XWE XELAS BIKE'    Serdar Koçol jî anî ziman ku di dema erdhejê de avahiya wan hilneweşiyabû, lê belê ya xesûya wî hilweşiyabû û got, 3 xizmên wan di bin enqaza avahiyê de mabûn. Koçol, diyar kir ku mirov hewl dabûn ku malbatên xwe xelas bikin, lê belê ji bo xelaskirinê tu amûrek wan tunebûye.   Koçol, destnîşan kir ku alîkariyên ku diviya bû bigihîştana destê mexdûran negihîştine wn û got: "Wê avahî herî zêde 3 qat bûna û wê li ser xeta fayê nehatana çêkirin. Lê belê dû re ev der ketin ber avadaniyê û ranteke mezin rû da. Piştî rantê hejmara qatên avahiyan jî zêde bû."    Necatî Altintopark, anî ziman ku li Degîrmendereyê di bin avahiyeke 4 qatî de mabû û dema di bin enqazê de bûye tunelek çêkiriye û bi vî awayî bi xelasê ketiye. Altintopark, diyar kir ku piştî xelas bûye tevî hin hevalên xwe malbata xwe xelas kiriye û got: "Gava min malbata xwe xelas kir û wan bir hewşa dibistanê, wê çaxê min dît ku her der xera bûye. Em bi derfetên xwe daxilî nav xebatên lêgerînê bûn. Heger ekîpmana me ya rizgariyê hebûna, wê gelek kes bi saxî bihatana xelaskirin. Dewletê tam 4 roja li herêmê tiştek nekir. Tevî mirovan, dewlet jî di bin enqazê de ma."    ‘KONTROLKIRINA HEBÛNA WÊ WIHA NEBÛNA'   Altintopark, bilêv kir ku kesên di dema erdhejê de şaredar bûn, divê bên girtin û got: "Çimkî wan destûr dabû ku ew avhiyên wê demê rûxiyan bên çêkirin. Kesê diviya bû kontrolê bikin, tu tişt nekirin. Heger avahî baş bihatana kontrolkirin, dê ev qas avahî hilneweşiyana."    ‘DÊ XIZAN BEDÊLÊ BIDIN'    Altintoprak, bal kişand ser pirsgirêkên bajarîbûnê û got, her tişt ji bo rantê têkirin. Altintoprak got: "Pirsgirêk ne ya kesan e, pirgsirêk a pergalê ye. Heya pergal neguhere wê mirov dersê negirin. Heya pergal bidome, dê rewşên bi vî awayî dewam bikin. Hîn jî Qenala Steenbolê çêdikin. Tiştên tu ji bo wê xerc dikî, tu dikarî ji bo erdheja Stenbolê tiştine baş bikî. Heger bajarîbûneke lig or qaydeyên zanistiyî bê avakirin wê pir eks nemire. Ne hewce ye mirov ji bo erdheja mihtemel a Stenbolê kahîn be. Dewlet dê cardin di bin enqazê de bimîne. Û ên bedêlê bidin cardin ê xizan bin. Çimkî ên di xaniyên xirab de dijîn xizan in."    MA / Kadîr Guney