Duygu Delen spartin axê 2020-08-15 13:41:41 DÎLOK - Cenazeyê jina 17 salî Duygu Delen a ku hat ideakirin ji qatê çaran ê taxa Batikent a Dîlokê ji şibakê ketiye û jiyana xwe ji dest daye defin kirin. Malbat û hevalên Delen edalet xwestin.    Li taxa Batikentê ya Dîlokê jina 17 salî Duygu Delen dema çû mala hevalê xwe Mehmet Kaplan, hat îdeakirin ku ji qatê 4’an ji şibakeyê ketiye xwar û jiyana xwe ji dest daye. Malbat u hevalên Duygu Delen cenazeyê Duygu li Goristana Asrî ya Dîlokê spartin axê. Malbat, xizm û gelek hevalên Duygu tev li merasima cenazeyê Duygu bûn. Malbatê û hevalên Duygu ji bo Duygu edalet xwestin. Mehmet Kaplan jî piştî bûyerê hat binçavkirin û hat girtin. Hat diyar kirin ku Kaplan li xwe bikur hatiye ku li Delen xistiye û neheqî lê kirine.