Qeyûm tona avê ji 2 tl derxist 5.90 TL'yî 2020-08-15 12:07:36 MÊRDÎN - Îdareya Kanalîsazyon û Avê ya Mêrdînê (MARSU) tona avê ku di Cotmeha 2019'an de 2 tl bû, di Gulana 2020'an de derxist 5.90 TL’yî. Qeyûm li gel vê yekê daxuyanî da ku tu zem nekiriye.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê têkildarî zema avê daxuyanî da ku tu zem nekiriye. Lê fatûreyên avê dijberî vê yekê ye. Îdareya Kanalîsazyon û Avê ya Mêrdînê (MARSU) tona avê ku di Cotmeha 2019'an de 2 tl bû, di Gulana 2020'an de derxist 5.90 TL’yî. Li gel belge û fatûreyên avê dîsa Qeyûm daxuyanî da ku tu zem nekiriye. Qeyûm piştî cotmeha 2019'an tona avê derxist 3.25 TL’yî. Di Adar 2020'an de tona avê kir 4.75 TL û di gulana 2020'an de tona avê derxist 5.90 TL'yî. Li gel belge û fatûreyan MARSU daxuyanî da û parast ku zem nekirye.