Hevserokê HDP’ê binçavkirin: Çekê kirin serê zarok 2020-08-15 11:47:26 AYDIN – Polisan, serê sibehê bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ortakları Tekîn Erîklî de girtin û ew binçav kirin. Di dema binçavkirinê de polisan çekê kirin serê zarokê 12 salî yê Erîklî.  Polisan, serê sibehê bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ortaklarê ya Aydinê Tekîn Erîklî de girtin. Polisan, di serdegirtinê de Erîklî binçav kir. Hat hînbûn ku Erîklî ji ber parvekirinên xwe yên lis er medya civakî hatiye binçavkirin û di dema binçavkirinê polisan çekê kirin serê zarokê 12 salî S.E. yê Erîklî. Dîsa hat hînbûn ku dema hevjîna Erîklî  Gulîzar Erîklî bertek nîşanî polisên ku çek kirine serê zarokê wê daye polisan jê re gotiye dixwazin şansê xwe pir nede zorê.