‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’ 2020-08-15 09:03:54 AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku di pêvajoya vîrusa coronayê de zext û îşkenceyên girtîgehan didomin û got: “Polîtîkayên hikumete ji destpêkê heta niha tecrîdkirina girtîgeha ne.” Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz, der barê zêdebûna zext û îşkenceyên girtîgehan de axivî. Temîzyuz, bibîr xist ku piştî vîrusa coronayê derketiye holê, bala her kesî çû ser girtîgehan û got: “Cihê ku nexweşî herî zêde lê belav bibin girtîgeh bûn, ji ber wê yekê hem di cîhanê de hem di Tirkiyeyê de saziyên sivîl fikarên xwe yên der barên girtîgehan de anîn ziman. Me jî wê demê ji gelek cihan re daxwazname şandin û serîlêdanên me çêbûn. Hikumetê di serî de ji bo ku wekî gavina davêje nîşan bide hinek qanûn derxistin. Wekî Qanûna Înfazê. Piştî ku ev derket holê jî me lê nêrî ku ji bo kesên ku xwestin berdin re derxistine.”   ‘DIVÊ HIKUMET JI BER VÎRUSÊ TEDBÎRÊN CIDÎ BIGIRE’   Temîzyuz, bal kişand ser belavbûna nexweşiya vîrusa coronayê û got: “Wexta em li daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dinêrin dê di rojên pêşiya me de ev nexweşî bigihe asta herî jor. Heke li derve ligel tedbîran evqas belav bibe, wê di girtîgehan de rewş çawa be? Ji ber vê yekê em dibêjin ji bo çareserkirina pirsgirêka girtîgehan hewce ye ku hikûmet rol û mîsyonekê bigire ser xwe û qanûnan biguherîne. Bi deh hezaran girtî hene niha nikarin beşdarî dadgehê bibin û bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Aktîvîteyên girtiyan bi temamî hatine rakirin. Ji ber wê em dibêjin hikûmet her tiştî ji xwe re dike fersend. Banga me ew e ku di girtîgehan de hikumet ji ber vîrusa coronayê tedbîrên cidî bigire.”   ‘GELEK GIRTÎ NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ’   Temîzyuz, anî ziman ku Wezareta Dadê daneyên girtiyên bi vîrusa coronayê ketine rast nade û wiha berdewam kir: “Çawa li derve dane rast nayên dayîn, yên girtîgehan jî rast nayên dayîn. Em jî agahiyan ji malbatan digirin, ew jî ne agahiyên fermî ne. Gelek girtî ji ber şert û mercên girtîgehê naçin nexweşxaneyê. Kesê ku diçe nexweşxaneyê 14 rojan di karantînayê de dimîne. Odeya ku girtî lê tên karantînakirin jî weke hucreyê ye, ji xeynî nivînê tiştek li wê odeyê nîne. Paqijî jî nîne. Ji ber wê girtî, heya mecbûr nemînin naçin nexweşxaneyan. Li gor daneyên ku di destê me de tu girtiyek siyasî bi nexweşiya vîrusa coronaye neketiye. Li hinek girtîgehan encama testan nadin girtiyan. Vedişerin. Ji ber wê jî dane di destê me de tune ne.”   ‘NAHÊLIN GIRTÎ ASÎMANAN BIBÎNIN’   Temîzyuz, da zanîn ku li girtîgehên Aksaray, Afyon, Xarpêt, Beşîkduzu, Turkoglû û yên nû vebûyî îşkence tê kirin û got: “Li vir çi derdikeve holê dewlet ji girtiyan re dibêje hûn ê îteatî min bikin. Mesele di odeyeke ku 3 girtî tê de dimînin, gardiyan diçin dibên ‘gereke hûn li ser lingan hejmarê bidin.’ Piştî ku girtî li dijî vê yekê derketin jî li wan dane û ew xistine hucreyê. Diçin cem bijîşk, lê ew jî rapor nade wan. Serî li dozgeriyê didin dozgerî biryara aleyha girtiyan de dide. Bi dehan mînakên bi vî rengî hene."   Temîzyuz, bilêv kir ku girtiyên ku ji girtîgehekê sewqî girtîgeheke din tên kirin, mehekê wan di hucreyê de dihêlin û got: “Li Girtîgeha Tekîrdagê ser hewadariya du odeyan fîle kirine. Nahêlin ku girtî asîmanan jî bibînin. Li hemberî van pêkanînan jî girtî dikevin çalakiyên grevên birçîbûnê. Rewşa niha ya girtîgehên Tirkiyê tecrîdkirin e. Rewşa hiqûqê û binpêkirina mafan li holê ye. Polîtîkayên hikumete ji destpêkê heta niha tecrîdkirina girtîgeha ne.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaban