Xwîşka Aktaş: Lazim e CPT ji bo Îmraliyê gavên berbiçav biavêje 2020-08-15 09:03:51 AMED - Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê ku di Girtîgeha Îmraliyê de, diyar kir ku nezîkatiya CPT’yê ya li dijî Îmraliyê pir sist e û got: “Lazime CPT karê xwe cidî bike. Bi gotinê tişt çênabin. Divê gavên berbiçav biavêjin."  Veysî Aktaş ku tevî Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar di sala 2015’an de wekî “sekreterya” sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê cem Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hat kirin, ji çaxa sewqî Îmraliyê hatiye kirin heya niha tenê 3 caran bi di hevdîtina vekirîde, carekê bi rêya telefonê pêwendî bi malbata xwe re daniye û 4 caran jî bi parêzeran re hevdîtin kiriye.   Her wiha herî dawî malbat di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi xizmên xwe yên di Girtîgeha Îmraliyê de axivîne û ji wê çaxê heya niha nikarin pêwendiyê bi xizmên xwe re deynin. Serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî hemû tên redkirin.    Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê jî der barê serlêdana xwe ya Îmraliyê ya di sala 2019'an de rapora ku amade kiribû çend roj berê parve kiribû. CPT’yê di rapora xwe de diyar kiribû ku divê pergala girtîgeha Îmraliyê di ber çavan re bê desrbaskirin.    Sabîha Aslan, xwîşka Veysî Aktaş ê 26 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê de ye, der barê tecrîda li îmraliyê û rapora CPT’yê de axivî.   DI 5 SALAN DE 3 HEVDÎTIN   Aslan, bibîr xist ku birayê wê di sala 1994’an de li Stenbolê hatiye girtin û got: “Birayê min ewil di Girtîgeha Bayrampaşayê de ma. Pişt re sewqî Girtîgeha Bûrdûrê kirin. Li wir 4 sal, li Elbîstanê 3, li Semsûrê 6, li Kirikkaleyê jî 4 salan ma û bi dû re wî sewqî Girtîgeha Îmraliyê kirin. 5 sal in li wir tê girtin. Di vê navberê de carekê em bi telefonê pê re axivîn. 3 caran hevdîtina malbatê çêbû. Ji bo her hevdîtinê ma lazime ciwanên kurdan canên xwe bidin? Heqê me ji me dîstinin û nadin. Em li gelek girtîgehan geriyan lê Îmrali ne wek tu dera ne. Mirov nikare bîne ziman ka çawa ye. Îmrali îşkenceyeke mezin û barekî giran e. Ne ji îradeya wan a mezin bûna, wê nikaribûna li wir îdare bikirana. Dengê çûka jî nayê mirov. Piştî ku nexweşiya vîrusa coronayê belav bûye fikarên me zêdetir bûne.”   ‘GOTINÊN CPT’YÊ BÊ FEYDE NE’   Aslan, destnîşan kir ku nêzîkatiya CPT’yê ya ji bo Îmraliyê pir sist e û got: “Lazim e CPT karê xwe cidî bike. Bi gotinê tişt çênabin. Divê gavên berbiçav bên avêtin. Em jî rewşa Îmraliyê dizanin ka çawa ye. Em bi xwe dijîn. Ji ber wê gotinên CPT’yê bê feyde ne, divê gav bên avêtin.”   ‘TECRÎD DI TU DÎN Û BAWERIYAN DE NÎNE’   Aslan, bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û got: “Tu tiştên weke tecrîda Îmraliyê çênebûne heta niha. Tu mirovekî 21 sala tecrît bikî, ev zilm e û neheqiyeke mezin e. Di tu dîn û baweriyan de jî nîne. Ji ber hewaya wê derê nebaş e, dengê Weysî guherîbû. Ez êdî çi bibêjim.”    Aslan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Îmraliyê rabe wê tecrîda li ser gel jî rabe û got: “Bi meşandina tecrîdê wê xwîn jî were rijandin û her tişt jî çêbibe. Bi tecrîdê tiştek baş bûye? Rewş zêdetir xerab bûye. Tecrîd tunebûya niha rewş cudatir bû û Tirkiye jî wê ne di vî halî de bûya.”    Aslan, bilêv kir ku keça wê ya 12 salî her meh 10 nameyan ji xalê xwe re dişîne, lê tu agahiyan ji nameyan nagirin ka gihiştine an ne gihiştine.   ‘BÊQANÛNIYEKE MEZIN HEYE’   Aslan bang kir ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: “Polîtîkayeke taybet tê meşandin li giravê. Bê qanûniyeke mezin heye. Girava Îmraliyê wek cihekî winda ye. Ev zilma giran di serî de li wan tê kirin, pişt re li malbatan. Ji ber vê yekê divê her kes bibe dengê girtîgehan."    MA / Fahrettîn Kiliç- Fethi Balaban