ROJEVA 15'Ê TEBAXA 202'AN 2020-08-15 09:00:03 * Akademîsyen Doç. Dr. Yucel Demîrer, nêzîkatiya muxalifê ya li hemberî kêşeya Kurd diyar kir ku bi raporek li Enqereyê û civînek li Stenbolê pirsgirêka Kurd çareser nabe û wiha got: "Divê serokên partiyan biçin herêmê û aşkere tev li meseleyên şênber bibin. Divê tenê xebatên xwe bi gotinan û nivîsên li ser kaxizê bi sînor nekin."  * 404 welatiyên ji bo danezana 101 Porspiyî gotin "Me dengê wan bihîst" û piştgirî danezanê gotin: "Welat bi lez û bez ber bi tarîtiyê ve diçe. Tekane şertê xelasiya ji vê tarîtiyê ew e ku derdorên muxalif hemû li hev kom bibin."    * Nivîskar Aydin Engîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê "tifaqeke demokrasiyê" pir girîng e û got: "Lê belê bê hewldan û bê liv û tevger, dê tifaqeke bi vî rengî ne pêkan be."    * Parêzerê Komeleya Mirinên Gumanbar û Mexdûrên Eskerî Ahmet Çevîk, anî ziman ku lêpirsînên der barê mirinên gumanbar ên eskeran de baş nayên kirin û got: "Divê ev dosye bi lêpirsîneke çalak bên aşkerekirin û berpirsiyar bên cezakirin."   * Sabîha Aslan xwişka Veysî Aktaş ê ku di Girtîgeha Îmraliyê de, diyar kir ku nezîkatiya CPT’yê ya li dijî Îmraliyê pir sist e û got: “Lazime CPT karê xwe cidî bike. Bi gotinê tişt çênabin. Divê gavên berbiçav werin avêtin.”   * Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku di pêvajoya vîrusa coronayê de zext û îşkenceyên girtîgehan didomin û got: “Polîtîkayên hikumete ji destpêkê heta niha tecrîdkirina girtîgeha ne.”   * Hevserokên KCD, DBP'ê dê li Dersîm û Stenbolê bi şîara “Em ê bi hevre bi rêxistin bibin û bi hevre bi hêz bibin" bi sazî û rêxistinên civakî re ziyaretan bikin. (10.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 804'an de çalakiya lêgerîna edaletê ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ser hesabê medya înternetê berdewam bikin. (12.00)   * Xizmên windayan û Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 601'an de berdewam bikin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê û Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên xwe li Îzmir, Enqere û Stenbolê berdewam bikin. (13.00-14.00)