Narînê YPG'yî bibîr anîn 2020-08-14 19:26:40   AMED - Malbata Alî Narîn ê YPG’yî ku di 15’ê Tebaxa 2013’an de li Rojava jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê bibîr anî.   Malbata Alî Narîn (Dilşad Amed) ê YPG’yî ku di 15’ê Tebaxa 2013’an de, li Rojavayê di şerekî li dijî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê bibîr anî. Endam û rêveberên Komeleya Çand û Yekîtiya Piştevanî û Şêwirmendiya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Peyasê û malbat beşdarî merasîma bîranînê bûn.   ‘EM WAN QET JI BÎR NAKIN’   Di merasîmê de dayika Narîn, Besîle Narîn axivî. Narîn bibîrxist ku 7’emîn salvegera lawê we ye û got: “Dilşad û rêhevalên wî dê her tim di dilê me de bin. Di Şoreşa Rojava de gelek mirov şehîd ketin. Jin, di bazarên koleyan de hatin firotin. Gelek ciwan ji vir çûbûn alîkariya gelê Rojava. Eliyê min jî yek ji wan bû. Di çalakiyeke fedayî de şehîd ket. Ew jî bû yek ji wan fîdanên bi hezaran. Ew her tim di dil hevalên xwe de dijî. Em wan qet ji bîr nakin.”   ‘EZ BI ŞENS IM KU GOREKE WÎ HEYE’   Narîn, anî ziman ku ew û lawê xwe wekî du hevaln bûn û got: “Ew hevrêyê min bû. Me bi hev re gelek tişt kirin. Ez bi şens im ku goreke wî heye û ez destê xwe didimê. Li wêneyê wî dinêrim. Têm pê re sohbet dikim. Gelek dayikên me hene nikarin vê yekê jî bikin. Gelek ciwanên me hene ku em nizanin ka cenazeyê wan li kû derê ye.”   ‘BILA AŞITÎ ÇÊBIBE KU CIWAN JIYANA XWE JI DEST NEDIN’   Narîn, da zanîn ku 40 sal in aşitiyê qîr dikin û got: “Em ji bo aştî bi rê ketin. Bila aşitî çêbibe ku wekî din ciwan jiyana xwe ji dest nedin, xwîn nerije û dayik negirîn. Xeyalên ciwanan di nîvî de man. Em deyndarên wan Îrî hêj jî cenaze ji me re tên. Em zêde tiştekî nakin. Divê em zêdetir aşitiyê bixwazin, xebata bimeşînin ku ciwanek din jiyana xwe ji dest nede.”   Narîn, spasiyên xwe pêşkeşî kesên beşdarî merasîma bîranînê bûn kir. Bîranîn bi duakirinê bi dawî bû.