Hîna jî agahî ji zarokê karkerê çandiniyê yê ket avê nayê girtin 2020-08-13 15:19:20   RIHA - Xebatên lêgerîna zarokê karkerê çandiniyê yê di ava Derya Reş de winda bû, dewam dikin.   Zarokê 17 salî Mehmet Zencîrcî yê bi malbata xwe re ji bo karê komkirina bindeqan ji Rihayê çû navçeya Perşembe ya Ordûyê, di ava Derya Reş de winda bû. Xebatên lêgerîna Zencîrcî dewam dikin.    Zencîrcî berî du rojan ji bo ku xwe hînek bike çû Plaja Çaka û piştî ket avê carek din agahî jê nehat girtin. Bendewariya malbata Zencîrcî ya li ber peravên avê jî dewam dike.