Sedema kûrbûyîna tecrîda li Îmraliyê helwesta CPT e 2020-08-13 11:12:44 STENBOL - Rêxistinên civaka sîvîl, diyar kirin ku CPT’iyê di rapora herî dawî ya derbarê Girtîgeha Îmraliyê de weşand, tiştên bi salane tên zanîn dubare kir û gotin, ev helwesta CPT’î  tecrîda li Îmraliyê kûrtir dike.    Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17'ê Gulana 2019'an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 6'ê Tebaxa 2020'an de jî rapora der barê Girtîgeha Îmraliyê de amade kiribû, parve kir. Di raporê de hatibû diyar kirin ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din bi awayekê pergalî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û pergala girtîgehê bi temamî bê guhertin. Rêxistinên civaka sîvîl ên ku rapora CPT’iyê nirxandin, anî ziman ku di raporê de tespîtên girîng hene û ev tespît 21 salin li Girava Îmraliyê dewam dikin.    KARASÛ: JI BO TIRKIYEYÊ TU DANEKIRIN NE KIR   HevserokA Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Windayan a Anadolû (ANYAKAY DER) Sûltan Karasû, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 salin dibin tecrîdek girankirî deye û wiha axivî: “Rapora CPT’î ya ku bal kişand ser şert û mercên tecrîda girankirî, bi kêmasiyan tijeye. Ji bo ku Tirkiye van şert û mercan biguherîne, CPT’iyê tu danekirin, ne kir.”    ‘YA KU TECRÎD GIRAN KIR HELWESTA CPT’Î YE’   Karasû, da zanîn ku CPT’iyê encex piştî zextên raya giştî Girtîgeha Îmraliyê zirat kir û wiha got: “Di berê de jî gelek hevdîtin hatin kirin. Gelek caran an naveroka van serdanan nehat aşkere kirin û an jî piştî demek dirêj hatin ragihandin. Rapora serdana herî dawî jî piştî 16 mehan hat aşkere kirin. Ev reweş tecrîdê girantir dike. Tecrîda li Îmraliyê tenê, bi dewleta Tirkiyê ve ne girêdayiye. Tiliya hêzên Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin jî di nav de heye. Ji ber vê heya ku CPT’î nekeve zoriyê, derbarê Girtîgeha Îmraliyê de tu daxuyaniyan nade û naçe Îmraliyê.”   TÊKOŞÎNA TOPYEKUN ŞERT E    Karasû, dest nîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya welat belav bûye û wiha bilêv kir: “Ji bo ku tecrîda li dijî Birêz Ocalan bê şikandin, divê demokrasî azadî li welat daîmî bibe. Di şexsê Ocalan de hemû gelên Tirkiyeyê hatine tecrîdkirin. Ji ber vê li dijî tecrîdê têkoşîneke topyekun li Tirkiyeyê şerte.”    TAŞ: DIVÊ CPTÎ ERKA XWE BI CIH BÎNE   Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxarên Marmara (MATUHAY DER) Husnu Taş jî, bal kişan ser rapora CPT’iyê amade kir û wiha axivî: “Di raporê de tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din bi awayekê seresere hatiye dest girtin. Mûameleyên xirab li dijî Ocalan hene. Divê CPT’î jî bi awayekê ji rêzê nêz nebe. CPT’î tenê pirsgirêkan tespît dike. Ji derveyî vê tu tiştekê din nake. Yanî tiştên em dizanîn, ji bo me dubare dike. Ji xwe em astan tecrîdê ya li Îmraliyê baş dizanîn. Bi salane li tevahiya cîhanê li dijî vê têkoşîn heye. Divê êdî CPT’î erka xwe bi cih bîne. CPT’î pir giran tevdigere. Ev nêzîkatiya wê jî dibe sedem ku tecrîd girantir bibe.”   MA / Erdogan Alayûmat