Li şûna astengkirina şewatê seyranê qede kirin 2020-08-13 10:05:09   ŞIRNEX – Li Şirnexê, rayedarên ku nikarin mudaxaleyî şewatên daristanan ku bi armanca operasyonên leşkerî tên derxistin bikin, çareseriyê de qedexekirina wadên seyranê, semawer û mangalê de dîtin.      Li Şirnexê, bi destpêkirina mehên havînê re gelek operasyonên leşkerî hatin destpêkirin. Bi van operasyonan re şewat û agir jî li herêmê derketin û gelek deverên bi daristan şewîtin. Qaşo ji bo mudaxalekirina vê rewşê duh li Walîtiya Şirnexê “Civîna Komîsyona Têkoşîna bi Şewatên Daristanan re” hat lidarxistin. Civîn di bin serokatiya Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan ve hat lidarxistin û Cîgirê Şaredarê Şirnexê V. Abdûllah Ûmût Cîhan, Alîkarê Walî Tûnahan Efendîoglû, Midurê Emniyetê yê Bajar Mûstafa Emre Başbûg, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajar Yavûz Selîm Kapanci, Midurê Kirariya Daristanan Reşît Tûnç, Miftiyê Bajar Ramazan Tolan, Midurê Perwerdeya Neteweyî yê Bajar Nazan Şener, Midurê Hawirdor û Bajarvaniyê yê Bajar Zafer Sokmen û Midurê Şaxa Kirariyên Av û Daristanê Orhan Kalay tevlî civînê bûn.    Di civînê de biryar li şûna ku biryarên ji bo mudaxaleya daristanan bên girtin, tenê biryar hat girtin ku li derdorênm daristanan seyran neyên kirin û mangal û semewer neyên bikaranîn.