Dê ciwan li Milazgirê li hev kom bibin 2020-08-13 09:17:43 MÛŞ - Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mûşê dê bi driûşmeya "Ji bo pêşerojeke azad em bi hev re tev bigerin" li Milazgirê li hev kom bibin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, dê li navçeya Milazgirê di çarçoveya kampanyaya bi dirûşmeya "Ji bo pêşerojeke azad em bi hev re tev bigerin" hevdîtinekê li dar bixin. Hevdîtinê di di 16'ê Tebaxê de Roja yekşemê li Parka Kaleyê ya Milazgirê bê lidarxistin. Dê ligel parlementer û endamên meclîsa partiyê Koma Pel jî bi stranên xwe tevli hevdîtinê bibe. endamên Meclîsa Ciwanan ji bo bo pêşerojeke azad bang li tevahîya ciwanan kir ku tevlî hevdîtinê bibin.    Fatma Ozkan diyar kir ku di çarçoveya kapmanyaya "Tev bigere" hevdîtina ciwanan li dar dixin û got: "Di demên dawî de cinayetên jinan, tecrîd, betalî û zext zêde bûne. Me li dijî van pêkanînan kampanyayek da dest pê kirin û di çaçroveya vê kampanyayaê de jî em ê hevdîtinên ciwanan li dar bixin. Em ciwan em ê li her deverî li dijî pêkanînên li herêmê tên kirin bitêkoşin. Êdî dem dema 'êdî bes e ' ye. Em, jin me tu carî li ber taciz û tecawizê serî netewandiye û em ê netewenin jî. Em bi têkoşînê dikarin ji derheqê taciz û tecawizê derkevin. Werin em bi hev re mil bi mil bitêkoşin."    ‘EW ÇEND HEB EM BI MILYONAN E'    Endamê Meclîsa Ciwanan Husamettîn Tanrikûlû jî diyar kir ku ciwan bi betaliyê re rû bi rû mane û got: "Bi krîza aborî re her diçe em ciwan bêtir betal dimînin. Lewma ji bo em debara xwe bikin em di şerrt û mercên nebaş û bi erzanî dixebitin. Jixwe tişta ku pergala kapîtalîst jî dixwaze ev e. Çimkî ji bo wan jin û ciwan hêza karî ne. Çend heb mirov her roj karê li ser karê dike, lê em her roj xizantir dibin. Em dikarin pêşî li wan bigirin. Çimkî ew êend heb in, em bi milyona ne. Bes em dest bidin destê hev du û bitêkoşin."    Tanrikûlû, destnîşan kir ku ciwan li dijî zext û zorîyên îqtidarê têdikoşin. Tanrikûlû, diyar kir ku pergal ciwanan ber bi tiryakê û fuhûşê ve dibe û li dijî pêkanînên bi vî rengî bang li ciwanan kir ku daxilî nav têkoşînê bibin. Tanrikûlû ji bo hevdîtina sibê ya li Milazgirê jî bang li ciwanan kir ku tevli hevdîtinê bibin.